‘Fermandarê Supaya Quds serdana Herêma Kurdistanê kir’

11-11-2021
RÛDAW
Nîşan Fermandarê Supaya Quds Îsmaîl Qaanî Hewlêr Bexda
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Fermandarê Supaya Quds a Supaya Pasdaran piştî serdana xwe ya Bexdayê serdana Hewlêrê jî kir û li gel hejmareke berpirsên partiyên siyasî û Hikûmeta Herêma Kurdistanê civiya.

Li gor nûçeya Fars News ku ajanseke nêzikî Supaya Pasdaran e, Fermandarê Supaya Quds a Supaya Pasdaran Îsmaîl Qaanî, roja Çarşemê, 10/11/2021, piştî civîna li gel Serokê Parlamentoya Iraqê Mihemed Helbûsî li Bexdayê, berê xwe da Herêma Kurdistanê û li gel hejmareke berpirsan civiya.

Li gor nûçeya ajansa navborî, di ajandaya Îsmaîl Qaanî de hebûye ku piştî hevdîtinên li Bexdayê serdana Herêma Kurdistanê jî bike û “li gel berpirsên Kurd bicive.”

Nûnerê Hikûmeta Herêma Kurdistanê yê li Îranê Nazim Debax jî li ser vê mijarê îro ji Rûdawê re ragihand, her berpirsekî Îranî serdana Bexdayê bike, serdana Herêma Kurdistanê jî dike “ji ber ku li gor Îranê, Herêma Kurdistanê beşek e ji çareseriya pirsgirêkên Iraqê.”

Li ser armanca serdanê û naveroka hevdîtinan jî Nazim  Debax dibêje, “Peyamek ji bo Herêma Kurdistanê li gel bû; yekrêziya Kurdan û beşdarîkirina di proseya siyasî ya Iraqê de, beşek ji peyama wî bû. Herwiha daxwaz kiriye ku Kurd têkelî pirsgirêkên navxwe yên Şîeyan nebin û piştî asayîbûna rewşê, biryarê li ser beşdariya di hikûmeta nû ya Iraqê de bidin.”

Îsmaîl Qaanî, piştî aloziyên li Navçeya Kesk û êrişa li ser mala Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî, serdana Bexdayê kir û li gel serokomar, serokwezîr û hejmareke berpirsên aliyên Şîe civîn pêk anîn.

Qaanî di civînên li gel aliyên Şîe de, tekezî li ser wê kir ku Iraqê pêwîstî bi seqamgirî û yekrêziya navxwe heye û herwiha daxwaz ji wan aliyan kir, xwe ji wan pêngavan dûr bigirin ku seqamgiriya Iraqê têk dibin.

Herwiha Îsmaîl Qaanî daxwaz li aliyên ji encamên hilbijartinê nerazî kir bi rêya yasayî pêdaçûnê li îtîraz û giliyan bikin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst