ÎSRAÎL - Netanyahu û serokê partiya mixalefetê ji bo avakirina hikûmeta awarte li hev kir

11-10-2023
RÛDAW
Nîşan Îsraîl Hemas Filistîn
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Piştî êrişa Hamasê li Îsraîlê xebatên ji bo avakirina hikûmeteke yekîtiyê ya awarte bileztir bûn.

Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu û serokê partiya mixalefetê Benny Gantz li hev kir ku hikûmeteke yekîtiya neteweyî ya awarte û kabîneya şer ava bikin.

Wezîrê berê yê Parastinê yê Îsraîlê Benny Gantz têkildarî lihevkirina bi Netanyahu re daxuyaniyek da.

Li gorî daxuyaniya hevpar dê li Îsraîlê kabîneya şer a ji 5 kesan pêk tê were avakirin.

Netanyahu, Gantz, Wezîrê Parastinê yê niha Yoav Gallant û du berpirsên pilebilind dê wek çavdêr di kabîneyê de bin.

Di belgeyê de hat diyarkirin heta ku şer berdewam bike dê hikûmet ti biryarên ku ne li ser şer e wernegire.

Hemasê 7ê Çiriya Pêşînê dest bi êrişa bi navê “Tofana Eqsayê” kir û 5 hezar mûşek avêtine axa Îsraîlê.

Îsraîlê jî piştî vê yekê Xeze da ber topbaran û bombebaranê û li hinek herêman şer û pevçûn diqewimin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst