Dîmenên wê li cîhanê belav bûbûn: Dêya wê axivî

11-10-2023
Nîşan Shani Louk Hemas Îsraîl
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Dêya Shani Loukê da zanîn ku keça wê sax û li Xezeyê li nexweşxaneyekê tê tedawîkirin.

Shani Louk ketibû destên çekdarên Hemasê û laşê yê tazî di paşiya pîkapekê hatibû nîşandan.

Herwiha hatibû gotin ku ev jin ji aliyê çekdarên Hemasê ve hatiye kuştin.

Dêya Shani Loukê got ku keça wê ji serê xwe birîndar û birînên wê giran in lê hîn jî sax e.

Dêya wê da zanîn ku "Shani Louk niha li Xezeyê li nexweşxaneyekê ye."

Çi bûbû?

Grûpên bi pêşengiya Hemasê li hemberî Îsraîlê dest bi êrişeke bi navê “Tofana Eqsayê” kir.

Welatiya Îsraîl-Almanyayê Shani Louka 30 salî ya ku ji bo “Festîvala Aştiyê” çûbû Îsraîlê jî di vê êrişê da hat dîlgirtin û laşê wê tazî hat nîşandan.

Hinek kesên ku dihat gotin endamên Hemasê ne û girseya li dora wan bi dengekî bilind tekbîr didan û wan li çepikan dixist.

Di dîmenan de xuya dibû ku serê wê jinê bixwîn e.

Kesekî pora wê dikişand û yê din jî çoka xwe danîbû ser pişta wê.

Hinek hesabên torên civakî yên nêzîkî Hemasê angaşt kiribû ku ew jin leşkera Îsraîlê ye lê derketibû holê ku ew jin hunermenda deqan, Shani Louk e.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst