Çavuşoglu banga xwe ya ji bo opozisyon û hikûmeta Sûriyê bûbû cihê nerazîbûnê dubare kir

11-10-2022
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu banga xwe ya meha Tebaxê ku li herêmên di bin kontrola Enqere û komên çekdar ên girêdayî wê de bûbû sedema protestoyan dubare kir û got: “Divê opozisyon û rejîm ji bo aramiyeke daîmî li Sûriyê lihev bikin.”

Vê dawiyê Enqere derbarê Sûriyê de peyamên nerm dide. Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu dîsa banga lihevkirina opozisyona Sûriyê û rêveberiya Şamê kir. Çavuoglu got: "Ji bo aramiyeke daîmî li Sûriyê divê opozisyon û rejim lihev bikin."

Çavuşoglu meha Tebaxê gotibû: "Pêwîst e em bi awayekî bi opozisyon û rejima Sûriyê lihev bînin" û ev yek li bakurê Sûriyê hatibû protestokirin û li gelek bajarên di bin kontrola Tirkiyê û grûpên çekdar ên girêdayî Tirkiyê de xwepêşandan hatibûn kirin.

Çavuşoglu îro beşdarî bernayeke televizyonî bû û banga xwe dubare kir. Çavuşoglu got: “Tişta Serokkomarê me dixwaze bibêje eşkere ye. Em naxwazin li Sûriyê xwîn birije. Wek ku ji ber Tirkiyê bûbe. Tiştekî wiha nîne. Me dît şer gehişte ku. Lê herî zêde me bedela vî şerî da. Em hewl didin rêxistinên terorê û gefên li ser Tirkiyê ji holê rakin. Ji bo aramiya daîmî li Sûriyê lihevkirinek di navbera opozîsyon û rejîmê de pêwîst e. Yekitiya axa Sûriyê bikeve metirsiyê li dijî me ye jî. Niha planeke wiha nîne, lê dibe di pêşerojê de têkilî hebin. Hewldanên Tirkiyê yên derbarê pêvajoya siyasî de gelekî ji dil in."

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst