Helîkoptera Îsraîlê li Xezeyê ket: Mirî û birîndar hene

Hewlêr (Rûdaw) - Helîkoptereke leşkerî ya artêşa Îsraîlê li Xezeyê ket xwarê, 2 leşker mirin û 7 kes jî birîndar bûn.

Artêşa Îsraîlê li ser bûyerê daxuyaniyeke nivîskî belav kir.

Li gorî daxuyaniyê, ji bo ku ji herêma Refahê ya Lİ başûrê Xezeyê leşkerekî birîndar veguhezînin nexweşxaneyê wan helîkopterek şandiye herêmê.

Dema ku helîkopterê hewl daye xwe deyne, ji asteke nizm ketiye xwarê.

Li gorî artêşa Îsraîlê, di encama ketina helîkopterê de 2 leşker mirin û 7 leşker jî birîndar bûn.

Artêşa Îsraîlê ragihand ku sedema ketina helîkoptera wan ne ku ji ber "guleyên dijmin" bûye.

Artêşê leşkerên birîndar birin nexweşxaneyê û li ser bûyerê lêpirsîn da destpêkirin.