Serokkomarê Îranê bi Kurdî axivî: ‘Pêwendiyên me û Kurdistanê baş in’

11-09-2024
Serokkomarê Îranê bi Kurdî axivî / Wêne û vîdeo: Rûdaw
Serokkomarê Îranê bi Kurdî axivî / Wêne û vîdeo: Rûdaw
Nîşan Serokkomarê Îranê Kurdî Axaftin Pêwendî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokkomarê Îranê Mesûd Pizîşkiyan bi Kurdî got, "Em silavan li gelê Kurdistanê dikin, pêwendiyên me baş in û em dê baştir bikin.”

Serokkomarê Îranê Mesûd Pizîşkiyan gihişt Bexdayê û ji aliyê Serokwezîrê Îraqê Mihemed Şiya Sûdanî ve hat pêşwazîkirin.

“Em silavan li gelê Kurdistanê dikin”

Mesûd Pizîşkiyan li Bexdayê ji Nûçegihanê Rûdawê Helkewt Ezîz re got:

“Em silavan li gelê Kurdistanê dikin. Em di xizmeta wan de ne. Em dê biaxivin, bernameya me heye em herin wê derê.

Pêwendiyên me û Kurdistanê baş in û bi îzna Xwedê em dê baştir bikin.”

Mesûd Pizîşkiyan ji Helkewt Ezîz re got ku ew dê li ser hemû mijarên siyasî, aborî û çandî biaxivin.

“Ez gelekî dilxweş im”

Nûçegihanê Rûdawê Helkewt Ezîz ji bo ku Pizîşkiyan bi Kurdî axivî dilxweş bû û got:

“Ez gelekî dilxweş im ku tu bi vî zimanî axivî.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst