Serokkomarê Îranê: Ez dê herim Hewlêr û Silêmaniyê jî

11-09-2024
Nîşan Mesûd Pizîşkiyan Serokkomarê Îranê Hewlêr Silêmanî Bexda
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokkomarê Îranê Mesûd Pizîşkiyan ragihand ku ew dê were Hewlêr û Silêmaniyê jî.

Mesûd Pizîşkiyan gihişt Bexdayê û ji aliyê Serokwezîrê Îraqê Mihemed Şiya Sûdanî ve hat pêşwazîkirin.

“Em dê herin bajarên Kurdan jî”

Pizîşkiyan beriya ku bide rê li Balafirgeha Mêhrabadê konferanseke rojnamegeriyê li dar xist û li ser naveroka bernameya xwe got:

“Em dê di vê geşta xwe de herin bajarên Şîeyan, Besreyê û her wiha bajarên Kurdan Hewlêr û Silêmaniyê û bi îzna Xwedê em dê bi ezîzên li wê derê re bicivin.”

"Bi ya min dê gelekî baş be"

Serokkomarê Îranê Mesûd Pizîşkiyan li ser girîngiya vê serdana xwe jî wiha axivî:

"Bi ya min dê ji bo avakirina bingeke di warê siyasî, aborî, çandî û ewlehiyê de gelekî baş be.

Ez hêvî dikim ku bi welatên Îslamî re pêwendiyên me yên dostanî hebin û em wan pirsgirêkên heyî ji holê rakin."

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst