Şandeyeke pilebilind a ewlehiyê ya Îraqê dê biçe Tirkiyeyê

11-08-2024
RÛDAW
Nîşan Îraq Tirkiye Serdan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Şandekeye pilebilind a Îraqê dê ji bo gotûbêjkirina mijarên wekî tenduristî, perwerde û hevkariya leşkerî biçe Enqereyê.

Li gorî daxuyaniya Wezareta Karên Derve ya Îraqê, îro bi serokatiya Wezîrê Karên Derve Fuat Husên civînek hat kirin û tê de amadehiyên serdana Tirkiyeyê hatin nirxandin.

Wezîrê Karên Navxwe yê Herêma Kurdistanê Rêbar Ehmed, Wezîrê Parastinê yê Îraqê Sabit Ebasî û Şêwirmendê Ewlehiya Neteweyî ya Îraqê Qasim Erecî di civînê de amade bûn.

Mijarên leşkerî û ewlehiyê yên hevbeş ên di navbera Îraq û Tirkiyeyê de hatin gotûbêjkirin.

Ji aliyê din ve, berî niha Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê Hakan Fîdan jî ragihandibû ku şandeyeke Îraqê dê biçe Tirkiyeyê û gotibû:

“Xebatên me yên ji bo bihêzkirina pêwendiya bi Îraqê re berdewam dikin. Me li vir jî gavên girîng avêtin.

Piştî 27 peymanên ku di dema serdana Serokkomarê me de hatin îmzekirin, xebatên koma plansaziya bilind a di navbera her du welatan de berdewam dikin.

Vê hefteya li pêş me dê grûpek ji Îraqê bê vê derê. Wezîrên Îraqê û yên Tirkiyeyê dê bi kordînasyona wezîrên karên derve bicivin.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst