Îran li dijî plana Amerîkayê ya li Rojhilata Navîn derket

Hewlêr (Rûdaw) - Îranê planên Amerîkayê yên ji bo zêdekirina hevkariya berevaniya esmanî bi hevalbendên xwe yên li Rojhilata Navîn re, ku dê di serdana herêmî ya Joe Biden de bên gotûbêjkirin, wek "gef" bi nav kir.

Berdevkê Encumena Ewlekariya Neteweyî ya Koşka Spî John Kirby roja Pêncşemê got “hevkariya zêdetir” li ser mijarên wekî berevaniya esmanî, bi taybetî di derbarê dijberiya Tehranê de, dê di rojeva Biden de be dema ku ew hefteya pêş serdana Îsraîl û Erebistana Siûdî dike.

Berdevkê Wezareta Derve ya Îranê, Nasir Kenanî derengiya roja Şemiyê got, “Pêşniyara vê mijarê provokatîf e û Komara Îslamî ya Îranê van gotinan weke metirsiyekê li ser ewlehiya neteweyî û navçeyî dibîne.”

Wî di berdewamiya axavtina xwe de derbarê Îsraîlê de jî got, “Hewldana ji bo peydakirina nîgeraniyên nû yên ewlehiyê li navçeyê ji bilî lawazkirina ewlehiya hevpar a navçeyê û xizmetkirina berjewendiyên ewlehiyê yên rejîma Siyonîst tu encamekê nabîne.”

Tê çaverêkirin Serokê Amerîkayê Joe Biden roja Çarşembê 13ê Tîrmehê dest bi serdana xwe ya yekem bo Rojhilata Navîn bike. Ew dibe yekem serdana Biden bo Rojhilata Navîn ji dema ku di Çileya 2021an de erkê serokatiya Amerîkayê wergirtiye.

Biden biryar e ku bi rêberên diberên giran ê Îranê, Îsraîl û hevrikê wê yê herêmî Erebistana Siûdî û herwiha bi berpirsên welatên din ên wek Misir, Iraq û Urdunê re jî bicive.

Amerîka û hevalbendên wê yên Ereb ên Kendavê, Îranê bi wê yekê tohmetbar dikin ku bi bernameya mûşekên balîstîk û piştgirîkirina milîsên çekdar, herêmê bê îstiqrar dike.

Kirby roja Pêncşemê got, “Em berdewam in li ser xebatên ji bo karîn û çarçoveyên berevaniya asmanî ya yekgirtî li seranserê herêmê.”

Wî herwiha got, “Hemû navçe nîgeran e li ser Îranê û geşepêdana şiyanên mûşekên balîstîk ên wê.”

Berdevkê Wezareta Derve ya Îranê, Nasir Kenanî got, ku Waşîngton van mijaran “bi tenê bi armanca Îranofobî û çêkirina nakokî di navbera welatên herêmê de derdixe pêş.”

Wî herwiha diyar kir, “Her zemînek ji bo zêdekirina hebûn û rola Amerîka di mekanîzmayên ewlekariya navçeyî de, tenê dê bibe sedema bêewlehî, nearamî û belavbûna terorê.”

Gotinên wî di demekê de tên ku aloziyên di navbera Îran û welatên rojavayî de zêde bûne, piştî ku danûstandinên li Viyenayê yên ji bo vejandina peymana etomî ya sala 2015an ji meha Adarê ve rawestiyane.

Qeterê di dawiya meha Hezîranê de li Dohayê mazûvaniya danûstandinên nerasterast di navbera Amerîka û Îranê de kir, lê ew gotûbêj piştî du rojan bêyî ku tu encamek erênî jê çêbibe, têk çûn û biserneketin.