Ehmed Bîrem: Gelek zarok li Sûriyê ji bo karên serbazî tên bikaranîn

11-06-2022
Berdevkê Encûmena Penaberan a Norwecî NRC li Rojhilata Navîn Ehmed Bîrem tekez dike ku zarok li Sûriyê bi şêweyekî xerab di şer de têne bikaranîn.
Berdevkê Encûmena Penaberan a Norwecî NRC li Rojhilata Navîn Ehmed Bîrem tekez dike ku zarok li Sûriyê bi şêweyekî xerab di şer de têne bikaranîn.
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Berdevkê Encûmena Penaberan a Norwecî NRC li Rojhilata Navîn Ehmed Bîrem ragihand ku gelek zarok li Sûriyê ji bo karên serbazê tên bikaranîn.

Berdevkê Rêxistina Encûmena Penaberan a Norwecî NRC li Rojhilata Navîn Ehmed Bîrem ji Rûdawê re got, li gel destpêkirina kirîza Sûriyê karkirina zarokan li Sûriyê û Rojavayê Kurdistanê zêde bûye.

Ehmed Bîrem tekez dike ku zarok li Sûriyê bi şêweyekî xerab di şer de têne bikaranîn.

Bîrem got: “Karkirina zarokan weke amêreke şer, ligel krîza Sûriyê, gelekî zêde bû, herwiha ligel milmilaniya li Iraqê jî, û li navçeyên weke Lubnanê jî. Tişta em dibînin ew e ku zarok têne bikaranîn ji bo bi hin karan rabin, ne tenê ziyanê digihînin wan û metirsiyeke yekser li ser wan dirust dikin, lê belê malbat neçarî vî tiştî ne, me gelek mînakên wê li Sûriyê dîtin, zarok ji bo veguhestina amêrên şer û çekan dihatin bikaranîn, herwiha ji bo çavdêrîkirina hin navçeyan.”

Di berdewamiya axavtina xwe de Berdevkê Rêxistina Encûmena Penaberan a Norwecî NRC li Rojhilata Navîn Ehmed herwiha got: “Armanc ji vê yekê jî, ne tenê têkbirina hizra zarokê ye, lê belê ji bo çespandina têgehekê ku, dibe zarok bi erk û berpirsiyan rabe. Zarok di keşûhewayekê de dijî, jê tê xwestin kar bike, û dahatekê ji vê malbatê re bîne. Zêdebûna tundûtîjiyê li hin navçeyên weke Sûriye û Iraqê, gelek sedemên wê hene, yek ji encamên wê jî derketina zarokan e ji dibistanê. Zarok ji dibistanê derdikeve meydana şer. Zarok nizane diçe kûderê û ji bo çi. Êdî malbat neçarî vê yekê dibin, weke ku me li Sûriyê dît. Helbet tiştê ku em nav lê dikin, karkirina zarokan di karên şer de, li navçeyên bakurê Sûriyê û navçeyên Iraqê, gelekî belav bûye.”

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst