Tevî ku 18 salî ye bi sê birayan re dane zewicandin

Hewlêr (Rûdaw) – Xedîce 18 salî ye û di vî temenê xwe yê biçûk de 3 car hatiye zewicandin, her sê car jî bi xortên heman malbatê re.

 

Hevjînê wê yê yekem çekdarekî Talîbanê bûye û leşkerên Amerîkayê ew kuştine, xortê duyem polîsê Efxanistanê bûye û çekdarên Talîbanê ew kuştine û hevjînê wê yê sêyem jî wergêrê hêzên Amerîkayê ye û niha gefa Talîbanê li ser wî ye.

 

Xedîce di germa şerê Efxanistanê de jidayîk bûye. Li gor raporta rojnameya New York Times a Amerîkî, hevjînê yekem ê Xedîce çekdarê Talîbanê bûye û hatiye kuştin. Hevjînê wê yê duyem polîsê Efxanistanê bûye ku di şerê dijî çekdarên Talîbanê de hatiye kuştin. Hevjînê wê yê sêyem jî wergêrê hêzên Amerîkayê ye ku niha Talîban gefa kuştinê lê dixwe.

 

Çîroka Xedîce û hevjînên wê derdixe holê ku şerê 18 salan ê Efxanistanê, ne tenê nakokiyeke bi xwîn a di navbera hikûmet û komeke çekdar de ye, herwiha derzeke mezin jî di malbat û pêkhateyên civaka Efxanistanê de çêkiriye.

 

Êş û janên Xedîce, ji ber kevneşopiyên civaka wê zêdetir bûne. Li civaka Peştû ya Efxanistanê, divê mêr piştî mirina birayê xwe, bi jinbira xwe re bizewicin, herwiha li ber jinbira wan ti bijardeyeke din jî tine, eger bi birayê hevjînê xwe re nezewice, dizane ku dê ji zarok û mala xwe bêpar bimîne.

 

Xedîce beriya ku jidayîk bibe, bi pismamê xwe yê bi navê Ziyaulheq hatibûye markirin. Di şeş saliya xwe de bi Ziyaulheq re zewiciye ku temenê wî jî 15 salî bûye. Her çiqas diviyabû heta ku Xedîce bibe 11 salî wan bi hev re nezewicînin, beriya ku bizewicin, xwişkeke 8 salî ya Ziyaulheq a bi navê Ferîde di bombebarana Amerîkiyan de hatiye kuştin û ji ber vê Ziyaulheq zewicandine û piştre ew tevlî refên Talîbanê bûye.

 

Birayê Ziyaulheq, Şemsullah Şemsedîn ji New York Times re diyar dike: “Talîban mejiyê wan şûştibû.”

 

Li gor raporta rojnameyê, malbata Ziyaulheq qasî salekê ji kurê xwe ti agahî wernegirtine, agahiya dawî jî ew bû ku çend çekdarên Talîbanî bi termekî pêçayî hatibûn mala wan ku ew jî kurê wan bû, Xedîce jî di wê demê de 10 salî bûye.

 

Piştî mirina Ziyaulheq, Xedîce bi birayê wî yê mezin ê bi navê Emînullah re zewicandine, ku temenê wî 22 salî bûye.

 

Xedîce dibêje ku mêrê wê yê duyem baş bûye û pir li dijî Talîban bûye û digot heta xwîna min di laşê min de be ez ê li dijî wan şer bikim. Xedîce dibêje: “Her dem çavê min li derî bû, li bendê bûm ku vegere malê.”

 

Emînullah ji dema 2014an ve venegeriyaye malê, ji ber ku bombeyeke vedayî ya li ser rê canê xwe ji dest dabû, Xedîce jî wê çaxê 14 salî bûye û bi keça xwe ya bi navê Ruqiye ducanî bûye.

 

 

 

 

Xedîce 4 meh û 10 roj piştî kuştina Emînullah, bi birayê wî Şemsedîn re hatiye zewicandin ku kurê herî dawî yê wê malbatê ye.

 

Şemsedîn şanazî bi wê yekê dike ku bi kevneşopiya civaka xwe bi Xedîce re serederî nekiriye û ew bi zorê neaniye û biryar ji Xedîce re hiştiye. Şemsedîn dibêje: “Me dikaribû wê neçar bikin, lê me wisa nekir. Min dixwest bi keseke din re bizewicim, lê jinebiya birayê min bû, lewma ti bijardeyeke min a din tinebû.” Xedîce van gotinan piştrast dike, lê ew jî dibêje: “Li gor kevneşopiya Peştûyan ti bijardeyeke min a din tinebû.”

 

Him li gor Şemsedîn, him jî li gor Xedîce kevneşopiya wan berpirsyariyeke giran xistiye ser milên wan. Şemsedîn dibêje: “Her dema ku li Xedîce dinêrim, yekser rûyê birayê min tê ber çavê min.” Xedîce jî dibêje: “Berê xewneke min hebû, lê ji ber ku jin im, nekarîm behsa wê bikim. Xewna min ew bû ku bixwînim û li ser lingên xwe bisekinim, lê ev di civaka me de ne mimkun e. Niha xewna min a herî mezin ew e ku Talîban vî mêrê min jî nekuje.”

 

Talîban bi rêya telefonê gefa kuştinê li Şemsedîn û kurê wî Seyîd Remezan xwariye.

 

Xewneke din a Şemsedîn hebûye, dilê wî ketiye keçeke bi navê Helîme, lê belê kuştina Emînullah û jinebîbûna Xedîce hemû planên wî têk birine.

 

Şemsedîn diyar dike, tevî ku bi Xedîce re jiyana wan baş e, ji ber ku ji Helîme gelek hez kiriye dibêje: “Dema Helîme tê bîra min jan dide dilê min.”

 

Talîbanê hevjînê Helîme jî kuştiye, Şemsedîn fikiriye ku weke hevjîna duyem bi Helîme re jî bizewice, lê ji ber rewşa wî ya darayî ya nebaş û nerazîbûna Helîme û herwiha edetên civakê nekariye pê re bizewice.

 

Xedîce ku bi rêya xelkê ev daxwaza Şemsedîn bihîstiye, dibêje: “10 tiyên Helîme hene, ti car rê nadin jinbira wan bi yekî ji derveyî malbatan re bizewice. Tiştê ku Şemsedîn difikire xeyal e.”