Xwepêşandana li dijî penaberan: ‘Libnan baca welatên Rojhilata Navîn dide’

11-05-2024
RÛDAW
Nîşan Libnan Xwepêşandan Penaberên Sûriyeyî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Li Libnanê xwepêşandanek li dijî penaberên ji Sûriyeyê hat lidarxistin.

Xwepêşandan li Beyrûtê li ber ofîsa Neteweyên Yekbûyî (NY) bi rê ve çû.

Hejmareke zêde ya Libnaniyan beşdarî xwepêşandanê bûn û dirûşmên li dijî penaberan gotin.

Piştî kuştina berpirsekî Partiya Hêzên Libnanî ji aliyê komeke çekdar ku çend kes ji wan Sûriyeyî bûn nerazîbûna li hemberî penaberan dest pê kir.

Xwepêşanderên Libnanî dirûşmên wekî “Libnan a me ye û ne ji bo firotinê ye”û çend dirûşmên din li dijî hebûna penaberên Sûriyeyî yên li Beyrûtê gotin.

Xwepêşanderan li ber ofîsa Neteweyên Yekbûyî daxwaza vegerandina penaberan kir.

“Dikarin biçin herêmên di destê rejîmê de”

Parlamenterê Libnana Bihêz Semir Tawim got:

“Li Sûriyeyê û herêmê aramî heye û penaber dikarin vegerin wê derê.

Ew kesên li dijî hikûmetê ne dikarin biçin wan navçeyên di destê opozîsyonê de.

Ew kesên bi rejîmê re ne jî dikarin biçin wan herêmên di destê rejîmê de.”

Xwepêşandan bi piştgiriya çend aliyên siyasî yên Libnanê bû ku ya herî diyar Tevgera Niştimana Azad e.

Li gorî amarên Hikûmeta Libnanê milyonek û 500 hezar penaberên Sûriyeyî li wî welatî hene.

900 hezarê wan ji aliyê NYyê alîkariyê werdigirin ku heta niha bi xwe di qeyrana kêmbûna alîkariya darayî de ye.

Xwepêşanderê bi navê Toni Makarzil jî amaje bi wê yekê kir ku Libnan nikare êdî penaberên Sûriyeyî xwedî bike.

“Pêwîst e Libnanî li ser ax û ava xwe bijîn”

Xwepêşander Toni Makarzil anî ziman:

“Îro em ji bo nîşandana helwesta xwe li ber avahiya Neteweyên Yekbûyî ne û dibêjin bes e.

Welatê me nikare penaberên Sûriyeyî û yên din jî bihewîne.

Ev welat baca welatên Rojhilata Navîn dide. Libnan jî mafê wê yê aramiyê heye û pêwîst e Libnanî li ser ax û ava xwe bijîn.”

Ji ber şerê navxwe yê Sûriyeyê 14 milyon kes bûne penaber.

Nîvê vê hejmarê li welatên derdorê ne û beşeke wan jî berê xwe daye welatên Ewropayê.

Wisa xûya dike ku êdî sebra Libnaniyan a ji bo wan bi dawî dibe.

Xwepêşanderekî din ê bi navê Rena Hedad jî got: 

“Li vê derê em daxwazê ji hemû cîhanê dikin û nîşan bidin ku Libnan ji bo Libnaniyan e.

Libnan ne ya biyaniyan e, Libnan ne ya wan kesan e ku hatine cih, kar, mal û axa Libnaniyan girtine.

Em biyaniyan li axa xwe naxwazin.”

Ev xwepêşandan tenê hefteyekê piştî peymana Libnanê û Yekîtiya Ewropayê ya derbarê penaberên Sûriyeyê de hat lidarxistin.

Li gorî wê peymanê Yekîtiya Ewropayê dê milyarek dolarê Amerîkî alîkariyê  bide Libnanê.

Divê Beyrût jî rê li ber wan penaberan bigire ku bi rêya Deryaya Naverast dixwazin biçin Ewropayê.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst