Erdogan û Ehmed Şer civiyan

11-04-2025
RÛDAW
Nîşan Ehmed Şer Recep Tayyîp Erdogan Foruma Dîplomasiyê ya Antalyayê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan û Serokkomarê Sûriyê Ehmed Şer di çarçoveya 4emîn Foruma Dîplomasiyê ya Antalyayê de civiyan.

Îro 4emîn Foruma Dîplomasiyê ya Antalyayê bi serperiştiya Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan û Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê Hakan Fîdan dest pê kir.

4 hezar mêvanên navxwe û biyanî ku di nava wan de 20 serok û serokwezîr, 50 wezîrên karên derve yên welatan, 70 wezîrên din ên welatan, 60 nûnerên payebilind ên rêxistinên navneteweyî beşdarî forumê bûn.

Serokkomarê Sûriyeyê Ehmed Şer jî tevlî forumê bû û bi Recep Tayyîp Erdogan re civiya.

Serokayetiya Ragihandina Serokkomariya Tirkiyeyê derbarê civînê daxuyaniyek belav kir.

Li gorî daxuyaniyê di hevdîtinê de peywendiyên dualî yên Tirkiye û Sûriyeyê, mijarên herêmê û cîhanê hatin axaftin û Erdogan di hevdîtinê de diyar kiriye ku Tirkiye kêfxweş e ku rê bi wan kesan nayê dayîn ku dixwazin li Sûriyeyê alozî derkeve.

Erdogan tekez kiriye ku ew hêvî dike ku di salên pêş li Sûriyeyê bibin salên aramî û şadiyê."

Serokayetiya Ragihandina Serokkomariya Tirkiyê di berdewamiyê jî de wiha domand:

"Serokomarê me diyar kir ku Tirkiye dê ji bo rakirina cezayên navndewletî yên li ser Sûriyeyê li ser hewlên xwe yên dîplomatîk berdewam be û divê hewlên ji bo zindîkirina hevkariya bazirganî û aborî yên ligel Sûriyeyê zêde bibin û gavên ku di warên din de bên avêtin jî dikarin bên nirxandin.

Tirkiye dê wekî heta niha, ji niha û pêve jî piştgiriya wê berdewam bike heta ku Sûriye jinûve bigihije aramiyê."

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst