Amerîka: Me 11 dronên Hûsiyan xistin

Hewlêr (Rûdaw) – CENTCOMê ragihand ku wan li Yemenê 11 dronên Hûsiyan xistine.

Fermandariya Navendî ya Amerîkayê (CENTCOM) bi rêya hesabê xwe yê Xê da zanîn ku hêzên wan ev 11 dron doh xistine.

Li gorî daxuyaniya CENTCOMê ev dron li Yemenê ji herêmên di kontrola Hûsiyan de rabûne.

CENTCOMê got, “Em dubare dikin ku ev dron ji bo keştiyên Amerîkayê û keştiyên din ên li herêmê gefeke nêzîk in.”

Li hêla din, Hûsiyan jî ragihand ku wan li Kendava Edenê êrişî du keştiyên Îsraîlê û du keştiyên Amerîkayê kiriye.

Hûsiyan destnîşan kir ku keştiyeke Amerîkayê ya ku bûye hedefa wan keştiya şer bûye.

Li gorî daxuyaniyê ev keştî bi mûşek û dronan hatine hedefgirtin.

Hûsî ji Çiriya Paşîna 2023yan ve li Deryaya Sor û Kendava Edenê êrişî keştiyên Îsraîl û Amerîkayê dikin.

Li gorî daxuyaniyên Hûsiyan, ew van êrişan bi armanca tolhildana Xezeyê dikin.