Li hemberî êrişên Şêx Maqsûdê bêdengî heye

11-04-2016
RÛDAW
A+ A-

Stenbol (Rûdaw) - Di êrişên ku bi hevkariya 7 rêxistinên çekdarî li ser taxa Şêx Maqsûd berdewam dikin encamên giran rû didin. Tevî ku êriş dibin sedema jinavçûna agirbestê, bêdengiya hêzên navdewletî û Dijbereya Sûriyê jî berdewam e.

Taxa Şêx Maqsûd a bi ser Helebê ve ku piraniya şêniyên wê Kurd in di binê topbaranê de ye. Êrîşên ji aliyê 7 grûbên çekdarî ve zêdetirî hefteyekî ye berdewam in.  Ziyana xelkê her zêde dibe, bi dehan kuştî û bi sedan jî birîndar hene. Li gor  Dijberaya Sûrî kîjan kom êrişî sivîlan bike, eleqeya wan bi şoreşa Sûrî ve namîne.

 Endamê Desteya Bilind a Giştî ya Hevpeymaniya Niştimanî li Sûriyê Xetîb Bedlî ji Rûdawê re wiha got: “Ew topbarana ji bo me bi tu awayî ne maqbûl e. Dema sivîl bêne topbarankirin kurd, ereb û neteweyek din ferq nake. Daxwaza me ji aliyên leşkerî ew e ku demildest wan êrişan bidin rawestandin û sivîlan ji wir bi dûrxin. Divê berpirsên vê yekê bêne mehkemekirin.”

Endamê Opozîzyona Sûrî Hewas Egîd jî diyar kir ku Arteşa Azad dema destpêkir armanca wê ya ew bu ku wê çawa li dijî vê rejîmê bisekine û wiha domad:

“Ne ku li dijî miletê Sûrî bisekine. Ne ku bibe şîrikê tiştê ku rejîmê anî serê miletê Sûrî di gelek cîhan de. Çawa em dixwazin ku rejîm bê mehkemekirin divê ew kes jî bêne mehkemekirin.”

Piştî  rêkeftina ku di navbrea Rûsya û Amerîkayê de bi piştgiriya Neteweyên Yekbûyî pêk hat, di 26 sibatê de li Sûrî agirbest hatibû ragihandin. Ji wê demê pê ve êrîşên herî mezin jî li Şêx Maqsûd rû didin. Li gorî agahiyên ku YPG ragihandine heya niha 52 çekdarên êrişkar hatine kuştin.

Endamê Encumena Niştîmaniya Kurd li Sûriyê (ENKS) Şivan  Cezirî jî got: “Çekdarên mi tune ne ku em herin li dijî van kesên tundirew şer bikin. Me daxuyaniyek xurt derxist û me ji bo Desteya Bilind a Danûstandinê ya li Riyadê re şand ku wana rexne bikin. Me ji De Mîstura re jî gotiye ku li ser van meseleyan bisekine.”

Hêzên hevpeymanî yên weke Rûsya û Amerîka heta niha tu midaxale li gel van êrişan nekirine. Li aliyê din nakokiyên di navbera Dijberaya Sûriyê û Arteşa Azad de jî berdewam in. Ew xal jî dihêlin ku metirsî û ziyana li taxê mezintir bibe.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst