"Îran ji nêzîkbûna Erebistan û Iraqê nîgeran e"

Hewlêr (Rûdaw) – Kovara Economist a Londonê ragihand ku bihêzbûna peywendiyên Erebistana Siûdî û Iraqê, Îran nîgeran kiriye û Tehran ji kêmbûna hejmûna xwe ya li Bexdayê ditirse.

 

Kovara Economist di raportekê de behsa nîgeraniya Îranê ji nêzîkbûna Iraq û Erebistanê dike û dibêje: “Nîgeraniya Îranê ji bihêzbûna peywendiyên Riyad û Bexdayê di van demên dawî de û biryara vekirina konsulxaneya Erebistanê li Besreyê û rêkxistina lîstikeke dîrokî ya navbera hilbijartiyên futbolê ya herdu welatan li Besreyê dest pê nekir, nîgeraniya Îranê dema ku balafira Serokwezîrê Iraqê dakete Balafirxaneya Riyadê dest pê kir ku wê demê Tehran nîgeraniya xwe ji kêmbûna hejmûna xwe veneşart.”

 

Economist amaje bi wê yekê dike ku “Washington ji vê guhertinê kêfxweş e, ji wê demê ve Îran hewl dide rê li nêzîkbûnê bigre û ligel hevpeymanên Iraqê propaganda ji bo wê yekê dike ku goya ew nêzîkbûn metirsîdar e bo ser mezheban û bo nakokiyên navbera eşîrên başûrê Iraqê dide.”

 

Peywendiyên Iraq û Erebistana Siûdî di serdema desthilatdariya serokwezîrê berê yê Iraqê Nûrî Malikî de xerab bûbû, lêbelê peywendiyên herdu welatan di serdema Heyder Ebadî de ber bi pêşve çû.