VÎDEO - Tirkiyê helîkoptereke Sûriyê xist xwarê!

11-02-2020
RÛDAW
Dîmenê ketina helîkoptera Sûrî ku çavkaniyên opozisyonê belav kirine.
Dîmenê ketina helîkoptera Sûrî ku çavkaniyên opozisyonê belav kirine.
Nîşan Tirkiye Sûriye Idlib
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Artêşa Tirkiyê li sînorê parêzgeha Idlibê ya li bakurê rojavayê Sûriyê, helîkopetereke cengî ya artêşa Sûriyê xiste xwarê.

Çavkaniyên ser bi opozisyona Sûriyê ragihandin, ku artêşa Tirkiyê îro Sêşemê 11ê Sibatê li sînorê rojhilatê parêzgeha Idlibê ku nêzîkî mîhwerên şer e, helîkoptereke cengî ya hêzên hikûmeta Sûriyê kiriye armanc û xistiye xwarê.

Li gor zanyariyên ku çavkaniyên opozisyonê belav kirine, ew helîkoptera Sûriyê li nêzîk gundê Nairab ku dikeve rojavayê bajarokê Serqaib a Idlibê, hatiye hedefgirtin.

Vîdeoya ketina wê helîkoptera Sûrî jî ji aliyê çavkaniyên sivîl ên opozisyonê ve li ser sosyal medyayê hatiye belavkirin.

Ew yek di demekê de ye, ku pêr Yekşemê artêşa Sûriyê di êrşkeê de binkeyeke leşkerî û xala çavdêriya artêşa Tirkiyê li Teftenaz a Idlibê kiribû armanc û bi gotina Wezareta Berevaniya Tirkiyê, di encama êrîşê de 5 serbazên Tirkiyê hatibûn kuştin û 5 serbaz jî birîndar bûbûn.

Li aliyekî din, êrîşên artêşa Sûriyê bo ser parêzgeha Idlibê berdewam in û li gor zanyariyên ku Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan (SOHR) ku baregeha wê li Londonê ye û rewşa Sûriyê dişopîne, hêzên hikûmeta Sûriyê rêya navdewletî ya M5 ku Helebê bi Şamê ve girê dide, bi temamî kontrol kirine.

SOHR herwiha ragihandiye, hêzên hikûmeta Sûriyê ji kontrolkirina bajarokê Entaribê jî nêzîk bûne.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst