Îran: Me li Deryaya Umanê dest danî ser tankereke Amerîkayê

Hewlêr (Rûdaw) - Îranê ragihand ku li Deryaya Umanê dest daniye ser tankereke petrolê ya Amerîkayê.

Ajansa Nûçeyan a Tesnîmê daxuaniya nivîskî ya Hêza Deryayî ya Artêşa Îranê weşand.

Di daxuyaniyê de wiha hat gotin:

"Hêza Deryayî ya Artêşa Îranê bi biryara darazê li Deryaya Umanê dest danî ser tankereke petrolê ya Amerîkayê."

Di daxuyaniya Operasyonên Bazirganiya Deryayî ya Qiraliyeta Yekbûyî (UKMTO) de hatibû destnîşankirin ku eskerên bi unîforma û çekdaran li Kendava Umanê dest danîn ser tankereke petrolê.

Tankera ku ji Îraqê petrol dibir Tirkiyeyê winda bû

Li aliyê din hat îdiakirin ku tankera bi navê St Nikolas a ku ji Îraqê neftê dibir Tirkiyeyê li peravên Ummanê winda bû.

Tanker, ji Îraqê petrol dibir navçeya Aliagayê ya bajarê Îzmîra Tirkiyeyê.

Di tankerê de 19 kes hebûn û yek ji Yûnanistanê bû û yên din jî Fîlîpînî bûn.

Li gorî îdiayan, piştî ku tanker gihiştiye peravên Umamê xeber jê nehatiye girtin.

Tankera ku ji Basrayê bi rê ketiye, 145 hezar ton petrol dihilgirt.