Ji ber girtina Deriyê Til Koçerê xelk ji alîkariyên mirovî bêbehr mane

11-01-2023
Xalid Cemîl Mihemed
Encûmena Asayişê derbaskirina alîkariyan bi rêya Bab El-Hewa 6 mehan dirêj kir
Encûmena Asayişê derbaskirina alîkariyan bi rêya Bab El-Hewa 6 mehan dirêj kir
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Berpirsê Pêwendiyên Giştî li Navenda Ferat a Lêkolînan Welîd Çolî ragihand ku bi sedema girtina Deriyê Til Koçer, xelk ji alîkariyên mirovî , bêbehr mane û ziyan gihiştiye wan.

Roja Duşemê 09ê Çileya 2023yan, li civîna Encûmena Asayişê ya Navdewletî, derbarê berdewamiya derbaskirina alîkariyên mirovî bi rêya Deriyê Sînorî yê Bab El-Hewa, biryar hate dan ku, heta şeş mehên din, cîbicîkirina biryara 2642 ya taybet bi vê yekê, bê dirêjkirin û kar pê bê kirin.

Lêkoler û berpirsê Pêwendiyên Giştî li Navenda Ferat a Lêkolînan, Welîd Çolî ji Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihand, biryara sala 2014an ji bo derbaskirina alîkariyan ji çar deriyên sînorî baş bû ji bo gelê Sûriyê, lê di sala 2020an de, tenê deriyê Bab El-Hewa li ber derbaskirina alîkariyan vekirî ma, û ev biryar weke belgeyeke siyasî di nav dewletan de û ji bo berjewnediyên wan, hate bikaranîn.

Di heman çarçoveyê de, Welîd Çolî nîşan bi wê yekê daye ku, tevî girîngiya berdewamiya derbaskirina alîkariyan bi rêya Bab El-Hewa ji bo navçeyên bakur û rojavayê Sûriyê, lê nişteciyên navçeyên Rojavayê Kurdistanê û Bakur û Rojhilatê Sûriyê, bi sedema girtina Deriyê Til Koçer, ji alîkariyên mirovî, bêbehr mane û ziyan gihiştiye wan.

10ê Cotmeha 2023yan, weke roja dawî bû ji bo derbaskirina alîkariyên mirovî, bi rêya Deriyê Bab El-Hewa, hatibû diyarkirin, lê di civîna 09ê Çileya 2023yan de, ew biryar heta 10ê Tîrmha bê, hate dirêjkirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst