Li Deryaya Spî erdhej

Hewlêr (Rûdaw) - Li Deryaya Spî li nêzîk Girava Qibrisê erdhejek bi hêza 6.4 pile çêbû û li 8 bajarên Tirkiyê hest bi erdhejê hat kirin.

Rêveberiya Karesat û Rewşên Bilez (AFAD) a Tirkiyê eşkere kir ku îro demjimêr 04.07 li Deryaya Spî erdhejeke bi hêza 6.4 pile ya rîxterê çêbûye.

Erdheja di kûrahiya 5.6 kîlometreyan de pêk hat û li bajarên Antalya, Edene, Mersin, Hatay û hinek navçeyên Burdur, Isparta, Konya û Karamanê hest pê hate kirin. Li navenda Antalya û navçeyên Manavgat, Alanya û Gazipaşa xelk ji tirsan ji malên xwe derketin derve.

AFADê eşkere kir, ku heta niha ti zanyariyek derbarê zerarên erdhejê de negihiştiye ber destê wan.