Di nav DAIŞê de cudabûn çêbû; Şerê navxweyî nêzîk e!

10-12-2016
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Berpirsê pilebilindê PDKê Seid Memozînî ragihand, 3 serkirdeyên pilebilind ên DAIŞê ji ber rexne û têbîniyên li ser şêweya karkirina Ebûbekir Bexdadî, ji wê rêxistinê cuda bûne. Memozînî got, ji ber zêdebûna hejmara kesên cudabûyî, egera wê yekê heye ku şerê navxweyî di nava DAIŞê de çêbibe.

 

Berpirsê Ragihandina Liqa 14 a Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) li Mûsilê, Seîd Memozînî ragihand, ku di nava refên DAIŞê de cudabûnên mezin çêdibin.

 

Seîd Memozînî îro şemî 10ê Kanûna 2016ê di daxuyaniyekê de ji Rûdawê re ragihand: “3 berpirsên din ên çekdarên DAIŞê bi navên Qehtanî, Ebû Welîd El-Amî û Ebû Muslim Şîşanî ji DAIŞê cuda bûne.”

 

Memozînî herwiha got: “Ew her sê kes ser bi koma Ebû Enesê Surî ne û di navbera wan û alîgirên wan û Ebûbekir Bexdadî de nakokî derketiye.”

 

Wî bepirsê PDKê di berdewamiya axavtina xwe de got: “Sedema cudabûna her sê berpirsên DAIŞê vedigere bo rexneyên Nebiya, ku rexne li wê yekê digirin, Ebû Bekir Bexdadî bi xwe rasterast beşdarî şer nake û pere û ragihandin jî hemû di destê kesekî de ne, ku ew jî Ebûbekir Bexdadî ye.”

 

Berpirsê Ragihandina Liqa 14 a PDKê li Mûsilê, Seîd Memozînî herwiha behsa wê yekê jî kir, ku pêştir jî çendîn berpirs û serkirdeyên DAIŞê ji wê rêxistinê cuda bûne û ji ber zêdebûna cudabûnan, egera wê yekê heye ku di nava DAIŞê de şerekî navxweyî çêbibe.

 

Memozînî di vê bareyê de wiha got: “Niha danûstandin di navbera grûpa Ebû Enesê Surî û alîgirên Xelîfeyê DAIŞê Ebûbekir Bexdadî de heye, her ji ber wê jî eger negihin rêkevtinekê, dûr nîne ku şerê navxweyî di navbera çekdarên DAIŞê de biqewime.”

 

Roja pênşemî 8ê Kanûna 2016ê jî, 5 berpirsên din ên DAIŞê ji wê rêxistinê û Xelafeta Îslamî ya bi serkirdatiya Ebûbekir Bexdadî cuda bibûn, ku di nava wan de Bîlal Şuwaş û Ebû Enes Sûrî kesên herî diyar bûn.

 

Bîlal Şuwaş bi esil xelkê Tunisê ye û pêştir berpirsê serbaziyê Cebheya El-Nusra bûye. Sala 2014ê tevli refên DAIŞê bûye.

 

Ebû Enes Sûrî jî berpirsekî pilebilind ê DAIŞê bûye û di wê heymê de li Mûsilê de bûye. Di destpêka vê mehê de vegeriyaye Reqayê.

 

Her 5 serkirdeyên DAIŞê ku roja pênşemiyê cuda bibûn, gelek çekdar û alîgir hene.

 

Li gorî zanyariyên berpirsê PDKyî, her 5 serkirdeyên roja pênşemiyê û 3 serkirdeyên ku îro ji DAIŞê cuda bûne, çûne bajarê Reqayê.

 

Seîd Memozînî li ser wê yekê ji Rûdawê re got, wan serkirdeyên DAIŞê li Sûriyê sînoreke berfireh hene û çekdar û alîgirên Bexdadî nikarin nêzîkî wan bibin.

 

Memozînî amaje bi wê yekê jî kir, ku her du alî hev tomethbar dikin û hev bi dûrketina ji îslamê gunehbar dikin.

 

Berpirsê Ragihandina Liqa 14 a PDKê li Mûsilê destnîşan kir: “Ew serkirdeyên cudabûyî, daxwaza dûrxistina Xelîfeyê DAIŞê Ebûbekir Bexdadî dikin û dixwazin şêweya karkirina Bexdadî biguherin. Heta ew kes, Bexdadî weke kesekî xwînmij û dûr ji îslamê bi nav dikin. Goman tê kirin, ku bi van nêzîkan şerekî mezin di navbera wan de derkeve.”

 

Li gorî gotina Seîd Memozînî, serkirdeyên cudabûyî yên DAIŞê wiha dibînin, ku Ebûbekir Bexdadî bûye sedema xirabbûna rewşa Iraqê û Sûriyê û heta DAIŞê jî têk daye. Ew dibêjin venagerin nav DAIŞê heta ku Bexdadî neyê dûrxistin û kesek li şûna wî neyê danîn.

 

Herwiha wan serkirdeyan mercek jî dane, ku li gorî wê mercê nabe şûngirê Bexdadî, kesekî iraqî be, çimku cudahiyê di navbera DAIŞên iraqî û biyanî de dike.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst