Hewlêr (Rûdaw) - Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu ragihan ku êrişên bi amûrên pêwendiyê li Libnanê tevî mixalefeta li Kabîneya Ewlehiyê ya Îsraîlê, bi însiyatîfa wî hatine kirin.
17ê Îlonê amûrên pêwendiyê yên Pagerê yên ku çekdarên Hizbulaha Libnanê bi kar tînîn di êrişeke sîber de hatin teqandin.
Piştî wê êrişê, di dema merasîma veşartina 4 kuştiyên teqîna amûrên pêwendiyê de careke din cîhazên Pagerê û cureyên din ên pêwendiyê hatin teqandin.
Televîzyona Kanal 12yê ragihand ku Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu êrişên bi amûrên pêwendiyê li stûyê xwe girtin.
Li gorî nûçeya televîzyona Kanal 12yê, Netanyahu bi awayekî eşkere wezîrê parastinê yê ji kar hatiye dûrxistin Yoav Gallant sûcdar kir û got, "Operasyona teqandina pager û amûrên pêwendiyan a li Libnanê û kuştina Nasrallah tevî dijberiya rayedarên payebilind ên saziya ewlehiyê û hêzên ewlehiyê hat kirin.”
Netanyahu di peyama vîdyoyê ya ku piştî civîna kabînê belav kir de got ku ew van roja çend varan bi serokê hilbijartî yê Amerîkayê Donald Trump re axiviye.
Netanyahu got, "Em Îranê bi hemû pêkhateyên wê wekî gef dibînin."
Êrişa sîber
17ê Îlonê amûrên pêwendiyê yên Pagerê yên ku çekdarên Hizbulaha Libnanê bi kar tînîn di êrişeke sîber de hatin teqandin.
Wezareta Tenduristiyê ya Libnanê ragihand ku 2 hezar û 800 kes birîndar bûne û birînên 200 kesî giran in.
Hizbulahê piştre bi rêya hesabê xwe yê Telegramê ragihand ku 12 endamên wan mirine.
Her wiha 18ê Îlonê jî li Beyrûtê û li herêmên din ên Libnanê 20 kes di teqîna amûrên pêwendiyê de hatin kuştin û herî kêm 450 kes birîndar bûn.
Li Libnanê bi giştî hejmara kesên ku di teqîna amûrên pêwendiyê de hatine kuştin 32 ye û hejmara birîndaran jî ji 3 hezar û 250 kesî derbas kir.
Cureyê amûrê pêwendiyê yê ku hatin teqandin “Pager” e û tê gotin ku kompanyaya Gold Apolloyê ew çêkirine û firotine.
Kompanyaya Gold Apolloyê jî ragihand ku amûrên pêwendiyê yên li Libnanê hatine teqandin wan çênekirine û bal kişand ser şirketa BACê.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse