Îsraîlê êrişî Şamê kir: Kuştî û birîndar hene!

10-11-2024
RÛDAW
Nîşan Sûriye Şam Îsraîl Êriş
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Îsraîl li Şama paytexta Sûriyeyê êrişî avahiyekê kir, kuştî û birîndar hene.

Li gorî ajansa nûçeyan a dewletê ya Sûriyeyê SANAyê, li taxa Seyyîde Zeynebê ya Şamê avahiyek bû hedefa êrişa asmanî ya Îsraîlê.

Di nûçeyê de hat gotin, "Di êrişê de gelek sivîl hatin kuştin û çend sivîl jî birîndar bûne."

Rayedarên Îsraîlê der barê êrişê heta niha ti daxuyanî nedane.

Îsraîl ji destpêka şerê navxweyî yê Sûriyeyê ve li wî welatî car caran êrişî komên ku Îran piştgirîya wan dike û nuqteyên leşkerî yên girêdayî artêşa Sûriyeyê dike.

Bi taybetî jî piştî ku Hemasê 7ê Çiriya Pêşîna sala borî êrişî Îsraîlê kir, Tel Avîvê êrişên bi vî rengî zêde kirine.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst