Galeriya wêneyan

10-11-2024
11 Photos
RÛDAW

Muzîkjenê Kurd Hejar Zehawî beşdarî 4emîn Festîvala Muzîkê ya Gelan a li bajarê Veriayê yê Yunanistanê tê lidarxistin bû.

Muzîkjenê Kurd Hejar Zehawî bi hunermendên Yunan Matthews Chagourisis û Kostas Anasiadadis re muzîkeke tevlîhev pêşkêş kir.

Festîval li Muzexaneya Skenderê Mezin a li Veriayê tê lidarxistin.

Festîval taybet e bi gelên ku Skenderê Makedonî di nava axa wan re derbas bûye.

Skenderê Mezin (356 - 323 B.Z.) li bajarê Veriayê ji dayîk bûye.

Festîval her sal meha Çiriya Paşîn tê lidarxistin û du rojan berdewam dike.

Her sal hunermendên wan herêman tên vexwendin ku berhemên xwe pêşkêş bikin.