Iraqê ji bo koçberên dixwazin ji Belarusê vegerin pere terxan kir

Hewlêr (Rûdaw) - Encûmena Wezîran a Iraqê ji bo koçberên Iraqê yên li ser sînorê Belarus, Polanda û Lîtwanyayê asê mane û dixwazin vegerin, 200 hezar dolar ku dike 300 milyon dînar terxan kir.

Li gor daxuyaniya Ofîsa Serokwezîrê Iraqê, di civîna xwe ya roja Sêşemê 9ê Mijdara 2021an de, Encûmena Wezîran a Iraqê razî bûye ku Wezareta Darayî 200 hezar dolar angu 300 milyon dînar taybet bi rewşên awarte, ji Wezareta Derve re terxan bike.

Ofîsa Mistefa Kazimî diyar kiriye, ew pere ji bo alîkariya wan koçberên Iraqî ye ku li ser sînorên Belarus, Lîtwanya û Polanda asê bûne û dixwazin vegerin Iraqê.

Iraqê roja 7ê Tebaxê biryar dabû, ku hemû geştên ji bo Belarusê werin sekinandin. Herwiha beriya çend rojan hikûmeta Iraqê nûneratiyên dîplomatîk ên Belarusê yên li Bexda û Hewlêrê girtin.

Li aliyekî din, Serokê Komîteya Peywendiyan û Diyasporaya Kurdî li Parlamentoya Kurdistanê, Rêbwar Babkeyî jî roja Sêşemê 9ê Mijdara 2021an ji Rûdawê re gotibû, biryar e vê heftiyê yan destpêka heftiya bê komîteyeke Parlamentoya Kurdistanê serdana Belarus û Polanda bikin daku wan koçberan bibînin ku li ser sînor in, bi armanca çareserkirina pirsgirêkên wan.

Rêbwar Babkeyî derbarê hejmara koçberên ku ji Herêma Kurdistanê ve koç kirine, ji Rûdawê re diyar kir, “ji destpêka sala 2020an ve di navbera 4 heta 7 hezar kesan koç kirine.”

Dema du rojan e nêzîkî du hezar koçber li ser sînorê Belarus-Polanda asê mane ku gelek Kurd û Iraqî jî di nav de hene û ji ber serma û daketina pileyên germayê, di rewşeke gelek zehmet de dijîn.

Herwiha têkildarî rewşa koçberên li ser sînorê Belarus-Polanda, Berdevkê Komîsyona Yekîtiya Ewropayê, Peter Stano duh Sêşemê ragihand, “her ku koçber digihin Belarusê, wan dişînin ser sînor û wan neçar dikin ku bi ne yasayî biçin nav Yekîtiya Ewropayê.”

Li hember jî, Serokê Belarusê Alexander Lukashenko di hevpeyvînekê de li gel medyaya Rûsyayê, toreke mafyayî ya ewropî bi veguhastina koçberan tometbar kiriye û diyar kiriye, “wê tora mafyayî şaneyên xwe li Almanya, Fransa û welatên din hene. Ew peywendiyê bi hev re datînin, ji koçberan re dibêjin werin û soz didin wan ku dê bên pêşwazîkirin.”

Lukashenko tekez kiriye, koçber ji ber xwe ve nayên, ew bi awayekî diyarkirî geşt dikin bo cem kesên ku li Almanya li benda wan in.