Cezayên li ser Iranê bû sedem welatên derdor bibin du bere

10-11-2018
RÛDAW
Nerîna xelkê welatên Rojhilata Navîn li ser cezakirina Îranê
Nerîna xelkê welatên Rojhilata Navîn li ser cezakirina Îranê
Nîşan Amerîka Îran Rojhilata Navîn
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Iraq, Lubnan û Yemen sê welatên Rojhilata Navîn in ku Îran rolekî mezin li wan dibîne û ew jî cihê nîgeraniya Amerîkayê ye. Niha ku Washingtonê cezayên nû li ser Îranê ferz kirine, welatiyên wan hersê welatan derbarê vê pêngava Amerîkayê de cuda difikirin.

 

Hejmarek ji akinciyên Bexdayê dibêjin, Iraqiyan bandora cezayên navdewletî dîtine û ji ber vê yekê jî naxwazin xelkê ti welatekî din heman zehmetiyan bibînin.

 

Derbarê vê mijarê de parêzer Husam Elî wiha dibêje: “Me Iraqiyan ezmûna cezakirinê ji sala 1990ê ve heta 2003an dîtiye. Ambargo û kêmbûna derman em rûbirûyê gelek pirsgirêkan kirin. Ez li dijî van cezaya me, ji ber zerarê dighîne xelkê Îranê."

 

Ji sala 2014ê ve Yemen di nav şer û pirsgirêkeke mezin de ye. Hikûmeta îtîrafpêkirî ya Yemenê, hevkarên wê yên li derve û piştgirên wê yên li navxwe dibêjin, Îran piştgiriya Husiyan dike, lewra beşeke wan a zêde piştgiriya ferzkirina cezayên ser Îranê dikin.

 

Akinciyê Edene ya Yemenê Xalîd Herîrî  jî wiha nêrîna xwe: “Em piştgiriya van sizayan dikin, armanc jî sînordarkirina destêwerdanên Îranê ye li çendîn welat û beşdarbûna wê di çêkirina bêserûberî û piştgiriya grûpên çekdar li hejmarek welatên wek Sûriye, Lubnan, Yemen û Iraqê."

 

Li Lubnanê jî Îranê kariye bi rêya Hizbullah pêgeha xwe bihêz bike. Lê her ew bihêzbûn bûye sedema kurbûna cudahiyên mezhebî û gelek caran jî derketina pirsgirêkên mezin û nearamiyê. Li Beyrûdê herçiqas hejmarek kes piştgiriya pêngavên Amerîkayê yên dijî Îranê dikin, lê gelek kes jî hene ku dijî ferzkirina cezayên ser Tehranê ne.

 

Derbarê heman mijarê de akinciyê Lubnanê Nebî Feyaz jî wiha got: “Nêrîna min ew  e ku Amerîkî dixwazin hemû cîhanê kontrol bikin û têkbişkînin daku ew û Îsraîlî bikaribin kontrol bikin, bi taybetî navçeya me. Ez bawer nakim Îranê ew ceza heq kiribe."

 

Çend meh dibe îdareya Trump dest bi pêngavên dijwar dijî Îranê kiriye. Di Gulana derbasbûyî de Washington ji rêkeftina etomî vekişiya, di Tebaxa borî de qonaxa yekem a cezayan li ser Îranê ferz kir û Duşemba derbasbûyî jî ew hemû ceza li ser Îranê ferz kirin ku piştî îmzekirina rêkeftinnameya etomî ji ser Îranê hatibûn rakirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst