Îsraîlê Berpirsê Pêwendiyan ê Hizbulahê kir hedef

Hewlêr (Rûdaw) - Wezareta Tenduristiyê ya Libnanê ragihand ku di êrişa îşev a Îsraîlê ya li navenda Beyrûtê de herî kêm 11 kes mirin û 48 kes jî birîndar bûn.

Medyaya Îsraîlê destnîşan kir ku armanca êrişê Berpirsê Hevahengî û Pêwendiyan ê Hizbulaha Libnanê Wefîq Sefa bûye.

Medyaya fermî ya Libnanê jî da zanîn ku Îsraîlê êrişeke asmanî li navenda Beyrûtê pêk anî.

Di van du hefteyên borî de, Îsraîl gelek caran êrişên dijwar li başûrê Beyrûtê ku navenda Hizbulahê tê hesibandin, kirin lê kêm caran navenda bajêr kir armanc.

Heta niha nayê zanîn ku hedefa êrişa îşev Berpirsê Hevahengî û Pêwendiyan ê Hizbulaha Libnanê Wefîq Sefa sax e yan mirî ye.

Medyaya Libnanî vê êvarê ragihand:

“Êriş asmanî devera Reys El-Nebe El-Nuweyrî kir hedef ku sivîl lê dijîn û ambûlans gihîştine cihê bûyerê.”

Li Beyrûtê îşev 3 dengên teqînên dijwar hatin bihîstin.

Di dîmenên zindî yên bajêr de dûman ji taxên navendî bilind dibe.