Serokê Îsraîlê li ser 'dagirkirina axa Tirkiyeyê' axivî!

10-10-2024
RÛDAW
Nîşan Isaac Herzog Tirkiye Îsraîl Dagirkirin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Îsraîlê ragihand ku ew rêzeke taybet li xelkê Tirkiyeyê digirin û got, “Ez dixwazim bibêjim ku ti carî planeke leşkerî ya Îsraîlê li dijî Tirkiyeyê nebûye.”

Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayîp Erdogan 1ê mehê di roja yekem a destpêkirina heyama nû ya Parlamentoya Tirkiyeyê de li ser êrişên Îsraîlê axivî û diyar kir ku Îsraîl dê piştî Filistîn û Libnanê êrişî Tirkiyeyê bike.

Mijar demek e di rojeva Tirkiyeyê de ye û Parlamentoya Tirkiyeyê roja sêşemê civîneke girtî û taybet jî li ser “gefên Îsraîlê yên li ser Tirkiyeyê” saz kir.

Wezîrên Karên Derve û Parastinê yên Tirkiyeyê li ser mijarê zanyarî dan parlamenteran.

Serokê Îsraîlê Isaac Herzog îro li Quds-Orşelîmê di salvegera êrişa 7ê Çiriya Pêşîna 2023yan a Hemasê de bi nûner û serokên rêxistinên Cihûyan ên Amerîkayê civiya û li ser gotinên Erdogan axivî.

Herzog amaje bi wê yekê kir ku wî hinek şîrove dîtine ku dê Îsraîl êrişî Tirkiyeyê bike û anî ziman:

“Ez dixwazim eşkere bibêjim ku ti carî planeke leşkerî ya Îsraîlê ya li dijî Tirkiyeyê nebûye.”

Isaac Herzog ragihand ku ew rêzeke mezin li xelkê Tirkiyeyê digirin û da zanîn:

“Ew jî rêzeke mezin li xelkê Îsraîlê digirin.

Di navbera gelan de pêwendiyên me yên ku digihêjin salên dûrûdirêj hene û dê gel her tim di ser wan dengan re bin ku li dijî dostayetî û bihevrejiyanê ne.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst