Şerê Xezeyê çi qas zerer daye Îsraîlê?

Hewlêr (Rûdaw) – Şerê Îsraîlê û çekdarên Hemasê û êrişên Îsraîlê yên li dijî Hizbulaha Libnanê bandoreke gelekî mezin li aboriya Îsraîlê kir ku ew bandor dê bi salan berdewam bike.

Şerê Xezeyê 7ê Çiriya Pêşîna 2023yan dest pê kir û heta niha jî berdewam dike.

Li gorî artêşa Îsraîlê sala 2024an 24 milyar dolar li şerê Xezeyê hatiye xerckirin û di budceya sala 2025an de tê pêşbînîkirin ku xerciyên artêşê ji yên sala borî zêdetir bin.

Îsraîl her roj nêzîkî 100-150 milyon dolarî li şer xerc dike.

Îsraîl pereyên li êrişên asmanî yên li dijî Libnanê, bihêzkirina Sîstema Qubeya Hesinî û operasyonên li Xezeyê xerc dike.

Tê pêşbînîkirin ku sala 2025an xerciyên artêşa Îsraîlê di navbera 36,5 û 55 milyar dolaran de bilind bibe.

Êrişên mûşekî yên komên çekdar û Hizbulaha Libnanê yê li dijî Îsraîlê jî zêde dibin û ew êriş jî bûne sedema zerereke mezin li jêrxana bajarên Tel Evîv û Aşkelonê yên Îsraîlê.

Geştyarî ji sedî 3yê dahata Îsraîlê pêk tîne û ji ber şer geştyarên biyanî naçin Îsraîlê.

Ziyana salane ya sektora geştyariyê ya Îsraîlê 1,6 milyar dolar e.

Zerera bazirganî û pîşesaziyê

Şer û êrişên berdewam yên li başûrê Îsraîlê rê li ber wê yekê vekir ku navendên teknolojiyê yên Îsraîlê kar nekin.

Rêxistina Pîşesaziyê ya Îsraîlê ragihand ku Şerê Xezeyê di navbera 800 milyon û 1,3 milyar dolarî zerer daye Îsraîlê.

Li gorî Rêxistina Pîşesaziyê ya Îsraîlê ji ber şer veberhênanên sektora teknolojiyê ji sedî 20 û 30 kêm bûye.

Li gorî çavkaniyên fermî yên Îsraîlê heta destpêka Şerê Xezeyê pêşbînî dihat kirin ku aboriya Îsraîlê sala 2024an ji sedî 3-4 mezin bibe.

Şerê Xezeyê wisa kir ku aboriya Îsraîlê ji sedî 1,5 heta ji sedî 2 kêm bibe.

Li gorî zanyariyan ev yek xisareke 6,6 milyar dolar li ser berhema navxwe ya Îsraîlê nîşan dide.

Ji bo dabînkirina xerciyên artêşê û avakirin û nûjenkirina herêmên zererdîtî, Hikûmeta Îsraîlê neçar e ku bacê li ser welatiyan zêde bike yan jî pere deyn bike.

Deynê giştî yê Îsraîlê sala 2022yan ji sedî 70 bû lê tê pêşbînîkirin ku ji ber şer ji sedî 75 heta ji sedî 80 zêde bibe.

Şerê Xezeyê bi awayekî rasterast û nerasterast bi tevahî 15-20 milyar dolar zerer daye aboriya Îsraîlê.

Îsraîl bi aboriya 520 milyar dolarî di cîhanê de 28emîn aboriya herî mezin a cihanê ye.

Dahata salane ya serê şexsekî li Îsraîlê 53 hezar dolar e.