‘Li Îsraîlê herî kêm hezar û 500 çekdarên Hemasê hatin kuştin’

Hewlêr (Rûdaw) – Artêşa Îsraîlê ragihand ku wan li Îsraîlê herî kêm hezar û 500 çekdarên Hemasê kuştine.

Artêşa Îsraîlê da zanîn ku hîn metirsî heye çekdarên Hemasê derbasî nav axa Îsraîlê bibin.

Berdevkê Artêşa Îsraîlê Richard Hecht got, “Me li Îsraîl û derdora Xezeyê derdora hezar û 500 termên Hemasiyan dîtine.”

"Hîn jî metirsî heye"

Richard Hecht da zanîn ku hemû sînorên xwe kontrol kirine û pê de çû:

“Ji şevê din ve ti çekdar derbasî nav axa Îsraîlê nebûne lê hîn jî metirsî heye ku çekdarên Hemasê derbasî nav axa me bibin.”

Hemasê 7ê Çiriya Pêşînê dest bi êrişa bi navê “Tofana Eqsayê” kir û heta niha 5 hezar mûşek avêtine axa Îsraîlê.

Îsraîlê jî piştî vê yekê Xeze da ber topbaran û bombebaranê û li hinek herêman şer û pevçûn qewimîn.

Hejmara kesên ku li Xezeyê di êrişên Îsraîlê de hatin kuştin derket 704an û nêzîkî 400 hezar kesan jî birîndar bûn.

Li aliyê din 900 Îsraîlî hatine kuştin û 2 hezar 500 Îsraîlî jî birîndar in.