Nazim Debax: Eger partiyên Kurdistanî ji sînor dernekevin, Îran dê bijardeyên din binirxîne

Hewlêr (Rûdaw) – Nûnerê Hikûmeta Herêma Kurdistanê li Îranê ragihand, hin kesan li ser navê partiyên Rojhilatê Kurdistanê daxuyanî dane û gotine, ew pabendî biryara Hikûmeta Herêma Kurdistanê nabin. Nazim Debax got, Eger partiyên opozisyonê sînor vala nekin, dê Îran hizir li bijardeyên din bike.

Nazim Debax, Nûnerê Hikûmeta Herêma Kurdistanê li Îranê duh Yekşembê di daxuyaniyekê de ji Rûdawê re got, “Li hin medyayên Kurdî wiha hat belavkirin ku Komara Îslamî zext li me wek nûneratiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê kiriye ku em daxuyaniyan nedin medyayê, wê yekê wiha kir ku ez daxuyaniyê bidim medyayên Îranê û Kurdistanê jî.”

Nazim Debax derbarê daxwaza Îranê ya ji bo valakirina binke û baregehên partiyên Rojhilatê Kurdistanê yên li nêzîk sînor got, “Mijara valakirina binke û baregehan ne tiştekî nû ye, hikûmeta Îranê lêkolîn kiriye û gihîştiye wê encamê ku beşek ji wan partiyên opozisyona Îranê ne, destê wan di xwepêşandanan de hebûye û bi gotina wan hewl dane aloziyan çê bikin, lewra Îran tekezî li ser wê yekê dike ku divê baregehên wan partiyan bên valakirin.”

Debax diyar kir, “bi awayê fermî û nefermî ew yek ji partiyên opozisyona Îranê re hatiye gotin ku li nêzîk sînor nemînin û destnîşan kir, eger binkeyên wan partiyan li ser sînor bimînin, Îranê gotiye ku dê hizir li bijardeyên din bike.”

Nûnerê Hikûmeta Herêma Kurdistanê tekez kir, “Îranê ragihandiye ku hizir li rawestandina weşana televîzyon û medyayên opozisyonê û bihêzkirin û zêdekirina binkeyên leşkerî yên li ser sînor dike.”

Derbarê egera êrîşa bejayî de jî, Nazim Debax got, “Ez ne bawerim ku plana êrîşa bejayî hebe, lê belê ji bo binkeyên nêzîkî sînor egerekî dûr nîne.”

Debax amaje bi daxuyaniya hejmarek kesan li ser navê partiyên Kurdî yên opozisyona Îranê kir û destnîşan kir, “hin kesan di medyayê de axivîne û gotine, ew pabendî biryar û rênimayên Hikûmeta Herêma Kurdistanê nabin, ev pêşhateke xeter e û divê di wê rewşa niha de xwe ji biryar û daxuyaniyên bi vî awayî dûr bigrin.”

Bi gotina Nazim Debax, Hikûmeta Herêma Kurdistanê di çarçoveya Qanûna Navdewletî, parastina mafên mirovan û hemwelatîbûnê rêzê li partiyên opozisyona Îranê digire, lê belê “em rê nadin ku bo komara îslamî pirsgirêk bên çêkirin.”

Nûnerê Herêma Kurdistanê ji rûmala piraniya medyayên Herêma Kurdistanê ya derbarê xwepêşandanên Îranê de nerazî ye û da xuyakirin, wî ew nîgeraniya xwe gihandiye hikûmetê. Nazim Debax got, “Beşek ji medyayên Herêma Kurdistanê, xewnê bi rûxana komara îslamî ve dibînin.”

Nazim Debax ragihand, “konsul û nûnerên Komara Îslamî ya Îranê li Herêma Kurdistanê, hemû peyam û nîgeraniyên Îranê gihandine Hikûmeta Herêma Kurdistanê.”