ŞARQ AL FORÛM – Kurd aktorke sereke ne

Stenbol (Rûdaw) - Bi dawî hatina maweya Sykes Picot berdewam e ku di rojeva Rojhilata Navîn de cihê xwe germtir bike.

 

Di forûma ku li Stenbolê li ser heman mijarê hate lidarxistin de, beşdarên ji hemû welatên Rojhilata Navîn û Bakûrê Afrîkayê bal kişandin ser heman xalê: Sykes Picot bi dawî hat û divê hemû welat helwest û stratejiya xwe nûjen bikin.


Ji aliyê Saziya bi navê Şarq Al Forûm ve li Stenbolê, li ser kuta pê hatina Sykes Pîcot dîdariyeke du rojane hate lidarxistin. Di forûmê de danişînin bi sernavên cihê bi rêve çûn û bi dehan pispor, akademisyen, siyasetmedar û stratejan nêrînên xwe parve kirin. Cara ewil aliyê kurd jî di dîdariyeke têkildarî Sykes Pîcot de bi girîngî hate temsîlkirin.


Dîrektorê Giştî yê Weqfa Lêkolînên Civakî, Aborî û Siyasî (SETA) Mûhîtin Ataman wiha got:


“Bi ya min ne hêsane ku kurd karibin di sedsala pêş de bibin aktorê sereke. Ji ber ku zelal nîne bê ka kurd dewleteke pankurdî dixwazin yan na. Avabûna dewleteke serbixwe jî têrî çareseriya pirsgirêka kurdan nake. Divê hişmedîyeke pir beş weke Ewropa ji bo Rojhilata Navîn bê transferkirin.”


Di çarçoveya forûmê de nîqaş li xetereyên Sykes Pîco hatin kirin lê amaje hate pêkirin ku sedema hemû xirabiyan jî weke ew peyman neyê nîşandan.


Di wê dîdariyê de ku Berdevkê Hikûmata Tirkiyê Nûman Kûrtûlmûş û Berdevkê Serokomariya Tirkiyê Îbrahîm Kalin jî beşdarî lê kirin, bal hate kişandin ku Rojhilata Navîn bixwe projeyeke nû ya sedsalên pêş dêynê û nehêle ku hêzên mezin biryardarbin.


Di panel û konferansên ku di çarçoveya wê dîdariyê de hatin lidarxistin de hişyarî bo hemû dewletan hate kirin da ku helwestên xwe li ser xelkên din ferz nekin. Herwiha Sekreterê Yekgirtû Salahaddîn Bahadîn û Berpirsê Pêwendiyên Derve yê PDK Hêmîn Hewramî jî  gotarên xwe pêşkêş kirin.