Hewlêr (Rûdaw) - Wezareta Karên Navxwe ya Mexribê ragihand ku di erdhejê de 2 hezar û 122 kesan canê xwe ji dest daye.
Pêr li Mexribê (Fas) bi hêza 7 pileyan erdejek çêbûbû.
Wezareta Karên Navxwe ya Mexribê bi daxuyaniyeke amarên herî dawî belav kirin.
Li gorî Wezaretê, di erhejê de heta niha 2 hezar û 122 kesan canê xwe ji dest daye û 2 hezar û 421 kes jî birîndar bûne.
Saziyên herêmî, hêzên ewlehiyê û tîmên parastina sivîlan ji bo tespîtkirina ziyanên erdhejê û alîkariya pêwîst bigihînin kesên hewcedar bi hemû derfetên xwe hatine seferberkirin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse