Tehran zextên xwe zêde dike, Bafil Talebanî çû Îranê

10-09-2023
Nîşan Bafil Talebanî Partiyên Rojhilatê Kurdistanê Îran Îraq Serdan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Serokê Yekitiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) Bafil Talebanî ji bo hinek hevdîtinan çû Îranê.

Li gorî malpera Nur Newsê ya ku nêzîkî Konseya Ewlehiya Bilind a Navneteweyî ya Îranê ye, şandeyeke YNKê ya bi pêşengiya Bafil Talebanî îro gihişt Tehranê.

Li gorî zanyariyên Nur Newsê, Bafil Talebanî dê bi rayedarên Îranê re hinek hevdîtinên girîng pêk bîne.

Zextên li ser partiyên Rojhilatê Kurdistanê zêde dibin

Li aliyê din, Hikûmeta Îranê ji Bexdayê dixwaze ku partiyên Rojhilatê Kurdistanê yên ku li Herêma Kurdistanê ne werin bêçekkirin û li kampan bên bicihkirin.

Serdana Bafil Talabanî di vê dema ku Hikûmeta Îranê van xwestekên xwe li ser Bexdayê ferz dike de pêk hat.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst