Di çend mehên borî de 250 hezar penaberên Sûrî ji Tirkiyê koçberî Ewropa bûne

10-09-2022
Hisên Omer
Ajansa Parastina Sînoran a Yekîtiya Ewropayê dibêj rêjeya penaxwaziyê %82 zêde bûye
Ajansa Parastina Sînoran a Yekîtiya Ewropayê dibêj rêjeya penaxwaziyê %82 zêde bûye
Nîşan Tirkiye Sûriye Penaber Ewropa
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Di nava çend mehên borî de, 250.000 penaberên Sûrî ji Tirkiyê koçberî Ewropa bûne. Ji wan 15.000 bi qaçaxî ji Tirkiyê derketine û çûne Ewropa. Li gor Ajansa Parastina Sînoran a Yekîtiya Ewropa, rêjeya daxwazên penaberiyê, di nava 6 mehan de, 82% zêde bû ye.

Fişarên hikûmeta Tirkiyê ji aliyekî ve û zêdebûna dijayetiya koçber û penaberên Sûrî di nava civakê de ji aliyekî din ve, pêla koçberiyê ji Tirkiyê ber bi Ewropayê ve careke din xurt kiriye.

Li gor hin çavkaniyên medyayî yên Tirkiyê; 25.000 Sûrî di 6 mehan de ji Tirkiyê koçberî Ewropayê bûne, 10.000 li gor projeya niştecîkirinê gihiştine Ewropayê, 15.000 bi rêyên ne yasayî ji Tirkiyê koçberî Ewropayê bûne.

Li gorî Ajansa Parastina Sînoran a Yekîtiya Ewropayê; 8 hezar û 6420 kesan di nav 6 mehên borî de daxwaza penaberiyê kirine û 82% rêjeya zêdebûna daxwazên penaberiyê bûye

Kordînatorê Komîteya Belgekirina Binpêkirinan li bakurê Sûriyê Cîger Hisên ji Tora Medyayî ya Rûdawê re behsa hokarên zêdebûna koçberiya penaberên Sûrî ji Tirkiyê kir.

Kordînatorê Komîteya Belgekirina Binpêkirinan li bakurê Sûriyê Cîger Hisên got: “Bi rastî di van demên dawiyê de hejmareke zêde ya ji wan penaberên Sûrî yên li Tirkiyê berê xwe didin welatê Ewropayê. Hikûmeta Tirkiyê zextê li penaberên Sûriyê dike û ew jî hewl didin bi qaçaxî derbasî welatên Ewropayê bibin. Niha Tirkiyê gelek penaberên vedigerin û ew jî bûye sedem ku penaber ji Tirkiyê birevin.”

Bi sedema zêdebûna fişaran li ser penaberên Sûrî li Tirkiyê, hejmarek nivîskar, rojnamevan û kesayetiyên Sûrî bangewaziyê ji bo greva giştî ya Sûriyan li Tirkiyê dikin.

Serpereştyarên vê kampînê daxwaz dikin ku tevahiya Sûriyê ku li Tirkiyê koçber û penaber in karê xwe rawestînin da ku kiryar û fişarên li ser penaberan bên rawestandin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst