Koçberên Idlibê bi dilekî xemgîn li egera êrîşa bi ser bajarê xwe de dinerin

10-09-2018
Şewket Herkî
Şewket Herkî
Rûdaw
Rûdaw
Nîşan Idlin Sûriye Tirkiye Hatay Penaber
A+ A-

Hatay (Rûdaw) - Zêdetirî 3 milyon ji koçberên Sûriyê li Tirkiyê dimînin. Niha ew bi dilekî xemgîn li egera êrîşa hikûmeta Sûriyê bi ser Idlibê dinerin.

 

Li gel zêdebûna gotegotên operasyona Idlîbê tevgera artêşa Tirkiyê jî li ser sînoran  zêdebûne . Tirkiye dixwaze kocber ji sînor derbas nebin û li herêmên tampon werin bicihkirin.


Zêdetîrî 5 sal in xelkê suriyê bi rêyên çiyayî xwe digehînin Tirkiyê û li bajarên cuda cuda hewla berdewamiya jiyanê xwe didin.


Ligel zêdebûna gotegotên operasyona Idlibê careke din çavê cihanê li sînorê Sûriyê ye. Li ser xetê sînorî liv û tevgera serbazî zêde bûye. Suriyeyên ku xwe gihandine bajarên ser sînor jî di nav darên zeytûnan de li paşeroja xwe digerin. Hêviyên ji bo Sûriyeke aram jî her diçe kêmtir dibin.


Koçberê bi navê Diyadîn Rehman û malbata xwe ji İdlîbê ne û  4 sal in li baxçeyekê zeytûnan li gundekî ser sînorî kar dikin. Xanima wî Meryem zaroka xwe ya herî biçûk li Tirkiyê aniye dinya ye. Malbat rojane bi 50 lîreyên tirkî kar dike û çavê wan li rêya vegerê ye.


Rayedarên hikumeta Tirkiyê êdî rê nadin ku dezgehên ragehandinê biçin nav kampan. Li gundên derdorê jî car car di navbera xelkê xwecihî û xelkê Sûrî de alozî çêdibin, lê xwediyê baxçê zeytûnan ê bi navê Huseyin dibêje wî baxçê xwe jî deriyê dilê xwe jî ji bo birayên xwe yên Sûrî vekiriye


Xwediyê baxçê zeytûnan Huseyin wiha got: “Kes rizqê kesê naxwe. Em hemû pêk ve bi xweşî dijîn . Çi kêşeyên me nîne.”


Piraniya wan li bajarên weke Hatay û Kilîsê bi giştî li Tirkiyê zêdetirî 3 milyon Sûyeyî û Rojavayî hene ku beşek wan debara xwe bi rêya baxeçeyên zeytûn û fisteqan dikin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst