Îsraîlê li Xezeyê êrişî dibistanê kir: Herî kêm 100 kes hatin kuştin

Hewlêr (Rûdaw) - Artêşa Îsraîlê li Xezeyê êrişî dibistaneke ku derbiderbûyên Xezeyê lê diman kir, herî kêm 100 kes hatin kuştin û bi dehan kes jî birîndar bûn.

Ajansa nûçeyan a Filistînê WAFAyê ragihand ku artêşa Îsraîlê di dema nimêja sibehê de êrişî Dibistana Et-Tabiînê ya li rojhilatê Xezeyê ku koçberên Xezeyê lê diman kir.

Di encama êrişê de herî kêm 100 kes hatin kuştin û bi dehan kes jî birîndar bûn.

Saziya Parastina Sivîlan a Xezeyê ragihand ku rewşa piraniya birîndaran giran e.

Çavkaniyên herêmî diyar kir ku ji ber êrişê cenaze parçe bûne û ji ber şewatê şewitîne.

Li aliyê din, Îsraîlê jî li ser êrişê daxuyaniyek belav kir.

Îsraîlê got, “Li Dibistana Tabiînê me navenda fermandarî û kontrolê ya Hemasê ya li taxa Deracê kir hedef.

Me gelek gav avêtine ji bo kêmkirina metirsiya li ser jiyana sivîlan

Di nav wan de, me ew cih şopand û beriya êrişê me îstîxbarat kom kir.”