Parêzgarê Beyrutê bo Rûdawê: Pêwîstiya xelkê bi alîkariyên lezgîn heye

Beyrut (Rûdaw) - Parêzgarê Beyrut a paytexta Lubnanê, Merwan Ebûd ji Rûdaw re ragihand, wan komîteyek ava kiriye da ku lêkolînan li ser teqînên Bendera Beyrutê bike û encamên wê nêzîk diyar dibin,

Bajarê Beyrûtê û tevahiya Lubnanê hêj ji şoka teqînên 4ê vê mehê derneketine û di nava xelkê de tevliheviyek heye.

Xala herî girîng li pêş rayderên Lubnanê ew e ku çawa bikaribin alîkariyan werbigirin û li xelkê ziyanditî belav bikin, ji ber bendera Beyrutê piştî teqînê wêran bûye û wê gavê bi kêrî bikaranînê nayê.

Cosêfîn Zuxêb, endama rêxistineke xêrxwazî ku di teqîna 4ê mehê de hevaleke xwe ji dest daye, ji Rûdawê re dibêje ku ew zêdetirî zêdetirî 20 salan bi hev re heval bûn, lê bû qurbaniya nebûna berpirsyariyê.

Cosêfîn Zuxêb dibêje: “Temenê wî 23 sal bûn. Ew qurbaniyê nebûna berpirsatiyê ye. Ew qurbaniyê tawanên siyasetvanên Lubnanê ye. Ew qurbaniyê hempû gendeliyan e ku 30 sal e li Lubnanê tê kirin. Ew qurbaniyê wan kesan e ku teqemenî li vir danîne. Wî kar kir ku pare bide hevalên xwe, lewra wî canê xwe ji dest da.”

Hêj heftiyek di ser teqîna li Bendera Beyrutê re derbas nebûye. Xelkê bajêr hêj di şokê de ne, lê belê naxwazin ew demên karesatî ji dest wan biçe, lewma hejmarek ji akinciyên Beyrutê li nêzîk cihê teqînê rêz bûne û wêneyên selfî digirin.

Zilamekî 60 salî yê bi navê Mihemed Elî ku karmendê Bendera Beyrutê bûye, di roja teqînê de îcaze bûye, lewma neketiye ber teqînê û ji mirinê filitî ye, lê kar û debara jiyana xwe heta demeke nediyar ji dest daye.

Mihemed Elî ji Rûdawê re got: “Molet û rêdan bo çûne nav benderê hebûye, ew pêkhateyên ku çendîn salan di nav embara benderê de bûn, diviyabû hikûmet agehdar baya, lê wan bicih hiştiye. Gelo wan ti tiştek li hember wergirtiye? Em nizanin. Wan xelk hejar kir, bi vî awayî jî em nikarin navê dewletê li ser daynên. Bi rastî dê guneh bikevin stûyê wan bi vî karê ku wan li gel xelkê kir.”

Xwepêşandan û wêraniyên li Beyrutê karê nûjenkirinê girantir kiriye. Zêdetirî 100 milyon dolar pere û nêzîkî 150 ton xorak û pêdawîstiyên din bo Beyrutê hatine şandin, lê belê ew alîkarî li gor asta mezinahiya bûyerê, gelek kêm in.

Bendera Beyrutê ku weke şahdemara aboriya Lubnanê dihat naskirin û zêdetirî %70ê pêwîstiyên xelkê Beyrutê bi rêya wê benderê dihat dabînkirin, piştî teqînên 4ê Tebaxê wêran bûye.

Waliyê Beyrutê Merwan Ebûd jî behsa berfirehiya asta wêraniya piştî teqînê dike û dibêje: “Hîna me demeke zêdetir divê ku bikarin nirxandinê ji bo pêwîstiyên serekî bikin û pêşwaziya alîkariyên mirovî bikin. Em niha di qonaxa rakirina kavilan û paşmayiyên avahî û malên wêranbûyî û gerîn li pey wendabûyan de ne.”

Bûyera teqîna li Bendera Beyrutê ne tenê bûye sedema têkçûna aboriya Lubnanê, lê belê bûye sedema têkçûna desthilatdariya li welat jî.

Piştî teqînê, xwepêşandana xelkê li dijî hikûmetê û desthilatê destpê kiriye û berdewam e. Hejmarek ji wezîrên kabîneya hikûmeta Lubnanê jî dest ji kar berdane.

Bi berfirehbûna xwepêşandanan û derketina aloziyan di navbera xwepêşanderan û hêzên ewlehiyê de, egera hilweşîna kabîneya serokwezîrê Hesen Deyab jî zêdetir dibe.