XEZE - 3 kurên serokê Hemasê hatin kuştin

10-04-2024
RÛDAW
Nîşan Hemas Îsmaîl Haniye Xeze Îsraîl
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li Xezeyê 3 kurên Serokê Hemasê Îsmaîl Haniye di êrişeke esmanî ya Îsraîlê de hatin kuştin.

Ajansa Nûçeyan a Filistînê (Shehab) ya nêzikî Hemasê ragihand ku 3 kurên Serokê Hemasê Îsmaîl Haniye li Kampa Şatiyê ya li Xezeyê di êrişeke esmanî ya Îsraîlê de hatin kuştin.

Herwiha hat ragihandin ku gelek neviyên Îsmaîl Haniye jî di êrişê de hatine kuştin.

Heta niha Artêşa Îsraîlê li ser êrişê ti daxuyaniyek nedaye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst