Amed û Êlih jî di nav de li 15 bajaran hişyariya 'zer'

10-04-2023
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Saziya Keşnasî ya Tirkiyê ragihand ku îro li 15 parêzgehên Bakurê Kurdistanê dê toz bibare û li çend deveran jî dê ba û bahoz hebe.

Saziya Keşnasî ya Tirkiyê îro Duşemê 10ê Nîsana 2023an ji bo piraniya parêzgehên Bakurê Kurdistanê hişyariya tozbarînê da û tê gotin ku dê barana pîs bibare. Tê texmînkirin li parêzgehên Tirkiyê pileya germê 2 heta 4 pileyan dakeve û li hejmarek parêzgehên Bakurê Kurdistanê jî pileya germê 3 heta 5 pile zêde bibe.

Li gor daxuyaniyê tozbarîna ku doh destpêkiribû dê ji demjimêrên sibehê heta derengê şevê berdewam be û li hinek cihan jî dê ba û bahoz hebe. 

Herwiha tê texmînkirin ku li herêma erdhejên 6ê Sibatê ba û bahoz heta sibê berdewam be û ji ber vê yekê divê ji bo firîna çadiran, bijehrî ketina ji sobê û kêmasiyên di çûnûhatinê de tedbîrên pêwîst bên wergirtin.

Zêdeyî hefteyekê ye li çend parêzgehên Bakurê Kurdistanê pileya germê daketiye û barîna berf û baranê berdewam e.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst