4 dîlên Îsraîlî hatin kuştin: Hemasê nasnameya wan eşkere kir

Hewlêr (Rûdaw) - Lîwayên Qesamê yên baskê leşkerî yê Hemasê nasnameya 4 dîlên Îsraîlî yên ku li Xezeyê hatin kuştin eşkere kir.

Berdevkê Lîwayên Qesamê Ebû Ubeyde derbarê mijarê de li ser hesabê xwe yê Telegramê daxuyaniyek da.

Ebû Ubeyde got, “Me berê ragihandibû ku di encama êrişên hovane yên Siyonîstan ên li Xezeyê de 7 dîlên Siyonîst hatine kuştin û me navê 3yan ji wan eşkere kiribû.

Ebû Ubeyde navê 4 dîlên din ên Îsraîlî yên ku mirine eşkere kir û wiha anî ziman:

“Em mirina Itzik Algrat, Alex Densig, Ronen Tomy Angel û Eliyahu Margalit piştrast dikin.”