Kurê Serokê Hemasê hat kuştin

10-02-2024
RÛDAW
Nîşan Hemas Îsraîl Îsmaîl Heniye Hazin Îsmaîl
A+ A-

Hewlêr (Rûdcaw) – Kurê Serokê Ofîsa Siyasî ya Hemasê Îsmaîl Heniye di bombebarana li Xezeyê de hat kuştin.

Hesabên medyaya civakî yên nêzîkî Îsraîl                ê îdia dikin ku kurê Îsmaîl Heniye yê bi navê Hazin Îsmaîl hatiye kuştin.

Medyaya Filistînê nûçe piştrast kir

Medyaya Filistînê jî ragihand ku “Kurê Îsmaîl Heniye di bombebaran Îsraîlê ya li Taxa Şêx Redwanê ya li Xezeyê de canê xwe ji dest dae.”

Kurê Heniye, 22 salî bû û xwendekarê zanîngehê bû.

Medyaya nêzîkî Filistîn û Hemasê diyar dikin ku di bombebarana Îsraîlê de heta niha 14 mirovên Heniye hatine kuştin.

Medyaya nêzîkî Hemasê 21ê Çiriya Paşînê ragihand ku neviyê herî mezin ê Heniye yê bi navê Muhammed Cemal Heniye hatiye kuştin.

Şerê Îsraîl û Hemasê

Wezareta Tenduristiyê ya Xezeyê ragihand ku di encama êrişên Îsraîlê de li Xezeyê herî kêm 28 hezar û 640 kesî canê xwe ji dest daye û 67 hezar û 611 kes jî birîndar bûne.

Li gorî rayedarên Îsraîlê di encama êrişên Hemasê de hezar û 200 Îsraîlî hatine kuştin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst