Amerîka: Hinek kom rewşa Sûriyeyê bi kar tînin

1 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Amerîka Rojavayê Kurdistanê PKK
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Alîkarê Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê got, “PKK carinan rewşa Sûriyeyê bi kar tîne.”

Alîkarê Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê Jon Bass di bersiva pirseke Berpirsê Ofîsa Rûdawê ya li Washingtonê Diyar Kurde de derbarê bicihkirina hêzên Amerîka û Fransayê yên li ser sînorê Bakur û Rojavayê Kurdistanê û herêmên din ên di bin kontrola HSDyê de got:

“Em bi baldarî li dilgiraniyên ewlehiyê yên rast ên Hikûmeta Tirkiyeyê û civaka Tirkiyeyê dinêrin.”

Alîkarê Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê Jon Bass got:

“Komên terorîst ên biyanî, PKK jî di nav de rewşa Sûriyeyê bi kar tînin.

Bi baldarî birêvebirina qonaxa veguhastina ya Sûriyeyê pir girîng e da ku nebe sedema ti metirsiyê li ser Tirkiye, Îraq û welatên din ên cîranên Sûriyeyê.”

Alîkarê Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê Jon Bass anî ziman:

“Em pir agahdar in ji wê yekê ku hinek kes û hikûmet dibe ku hebûna hêzên Amerîkayê wekî garantiyekê bibînin lê em dizanin hinek kom yan kes hewl bidin ji hebûna hêzên Amerîkayê sûdê wergirin ji bo kiryarên ku ewlehiya yek ji welatên cîran, ji wan Tirkiyeyê lawaz bikin.”

Jon Bass derbarê leşkerên Amerîkî yên li Sûriyeyê diyar kir, ew ji bo wê li wir in piştrast bibin ku “DAIŞ careke din nabe gef li ser gelê Sûriye, gelê Tirkiye, gelê Îraqê yan Urdin yan her welatekî din.”

"Amerîka û Fransa dikarin tevahiya sînor biparêzin"

Alîkarê Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê Jon Bass destnîşan kir, ew nirxandinê li ser wê yekê dikin ku beşdarî qonaxa veguhastinê ya Sûriyeyê bibin.

Roja çarşemê medyaya Fransa ragihand ku Hevseroka Meclisa Sûriyeya Demokratîk (MSD) Îlham Ehmedê gotiye:

“Bê guman Amerîka û Fransa dikarin tevahiya sînor biparêzin û aramiyê pêk bînin.

Em ji bo wê hevpeymana leşkerî amade ne ku berpirsyariyê bigirin ser xwe.”

Hevseroka Meclisa Sûriyeya Demokratîk (MSD) Îlham Ehmedê anî ziman:

“Em ji Fransayê dixwazin ku leşkeran bişîne ser sînor û herêmê bêçek û aram bike.

Alîkariya me bike ku em herêmê biparêzin û têkiliyên baş li gel Tirkiyeyê ava bikin.”

Çekdarên Heyeta Tehrîr El Şamê (HTŞ) 8ê Kanûna Pêşîn a 2024an ketin Şamê û desthilata 24 salî ya Beşar Esed rûxand.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst