Li Dêre Zorê şer di navbera DAIŞ û HSDê de derket

Hewlêr (Rûdaw) - Li ba sentrala avê ya bajarokê el-Zirr li rojhilatê Dêre Zorê şer bi çekên sivik û giran di navbera çekdarên DAIŞê û şervanên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) de derket.

Li gor çavkaniyên Rêveberiya Xweser, êvara 8ê Berfanbarê li ba sentrala avê ya bajarokê el-Zirr li rojhilatê Dêre Zorê şer bi çekên sivik û giran di navbera çekdarên DAIŞê û şervanên Hêzên Sûriyeya Demokratîk HSDê de derket lê dema hêzeke zêde ya HSDê gehişt cihê bûyerê çekdarên DAIŞê reviyan, heta niha jî ti zanyarî li ser ziyanan nehatiye dayîn.

Li Dêre Zorê çekdarên DAIŞê ciwanek gulebaran kirin

Li gundê el-Casimî ser bi navçeya Siwer li rojhilatê Dêre Zorê, çekdarên DAIŞê ciwanek bi tohmeta komkirina zikatê bi navê DAIŞê gulebaran kirin.

Li gor Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan (SOHR), roja 8ê Berfanbarê li gundê el-Casimî ser bi navçeya Siwer li rojhilatê Dêre Zorê, çekdarên DAIŞê ciwanek bi tohmeta komkirina zikatê bi navê DAIŞê gullebaran kirin. Rêveberiya Xweser heta niha ti zanyarî li ser belav nekirine.

Ji destpêka 2022ê û heta niha, li navçeyên Rêveberiya Xweser, çekdarên DAIŞê 139 kes kuştine, ji wan 53 sivîl û 85 şervanên HSDê û endamên asayîşa Rêveberiya Xweser in.