KOŞKA ÇANKAYA - Civîna Barzanî û Davutoglu bi dawî hat

09-12-2015
RÛDAW
Barzanî û Davutoglu
Barzanî û Davutoglu
Nîşan Kurdistan Barzanî Tirkiye Enqere Çankaya Davutoglu
A+ A-

Enqere (Rûdaw) – Civîna Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî bi Serokwezîrê Tirkiyê Ehmed Davutoglu re bi dawî hat. Civîna Barzanî û Davutoglu îşev piştî civîna Barzanî û Erdogan dest pê kiribû.


Piştî bidawîhatina civîna navbera Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî û Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan, Barzanî ber bi Koşka Çankaya kete rê, daku bi Serokwezîrê Tirkiyê Ahmet Davutoglu re bicive.


Barzanî û Davutoglu li Koşka Çankaya li Enqerê bi hev re civiyan. Di civînê de Serokê Dîwana Seroaktiya Herêma Kurdistanê Fuad Hisên, Berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Sefîn Dizeyî jî amade bûn.


Herwiha Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mevlud Çavuşoglu û Alîkarê Wezareta Derve ya Tirkiyê Feridun Sinirlioglu jî di civînê de beşdar bûn.
 

Civîna Barzanî û Davutoglu îşev saet 23:50 bi dawî hat. Derbarê naveroka civînê de heya niha ti agahî nehatiye ragihandin.


Peyamnêrê me li Enqerê Senger Ebdurehman piştî bidawîhatina civîna Barzanî û Erdogan ragihandibû, civîna navbera Mesûd Barzanî û Recep Tayyip Erdogan kêlîkek berî niha bi dawî hat û piştre biryar e Barzanî bi Serokwezîrê Tirkiyê Ahmet Davutoglu re civînekê pêk bîne.

 

Peymanêrê me gotibû, Ahmet Davutoglu jibo ku bi Barzanî re bicive, kêlîkek berî niha gihîşt Koşka Çankaya ya Serokwezîriya Tirkiyê ku civîn têde birêve diçe.

 








Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst