Lloyd Austin: Me pêgeheke çekdarên nêzîkî Îranê bombebaran kir
Hewlêr (Rûdaw) – Wezîrê Parastinê yê Amerîkayê Lloyd Austin ragihand ku balafirên wan li ser fermana Serokê Amerîkayê Joe Biden êrişî depoyên çek û teqemeniyan ên grupên girêdayî Îranê kiriye.
Lloyd Austin diyar kir ew êriş wekî bersivekê bû li hemberî êrişên wan grûpan êm li hemberî hêzên Amerîkayê yên li Sûriye û Îraqê.
Balafirên şer ên Amerîkayê careke din pêgehên grûpên çekdar ên nêzîkî Îranê li ser xaka Sûriyeyê kirin armanc.
"Me bersiva êrişan da"
Wezîrê Parastinê yê Amerîkayê Lloyd Austin got:
“Şeva borî me çend embarên çek û teqemeniyan li rojhilatê Sûriyeyê kirin armanc ku ji aliyê grûpên çekdar ên nêzîkî Îranê ve dihatin bikaranîn.
Bi 2 firokeyên F-16 me êrişî baregehên grûpên çekdar ên nêzîkî Îranê kir û ew êriş jî bersiva wan êrişên ku pêgehên Amerîka kirine armanc. Pêwîst e êrîş li ser pêgehên Amerîka rawestin.
Eger êrişên grûpên çekdar ên nêzîkî Îranê li ser hêzên Amerîka berdewam bin, em di wê yekê de dudil nebin ku rêkarên pêwîst ên bêhtir bidin ber xwe ji bo parastina xelkên xwe.”
Ji Amerîkayê, Mamostayê Yasaya Navdewletî û Kordînatorê Giştî yê Kombenda Demokratîk a Ererî Dr. Mihemed Xalid Şakir ji Rûdawê re axivî.
Mamostayê Yasaya Navdewletî Dr. Mihemed Xalid Şakir got, “Niha ji her demê bêhtir pêwîstiya Sûriyeyê bi destpêkirina pêvajoya siyasî û bicihkirina biryara 2254an heye.”
Her şevê din balafirên şer ên Îsraîlê pêgehên artêşa Sûriyeyê li parêzgeha Siweydayê ya li başûrê Şamê kirin armanc.
Li gorî ajansa SANAyê ya fermî ya hikûmeta Sûriyê, êrişa Îsraîlê tenê zererên madî li şûn xwe hiştine.