XEZE - Herî kêm milyonek û 500 hezar kes koçber bûne

Hewlêr (Rûdaw) - Pêla derbiderbûnê ya nişteciyên Xezeyê ji bakur ber bi başûr ve berdewam e.

Îsraîlê çend caran xelkê bakurê Xezeyê agahdar kir ku ber bi başûr ve biçin.

Derbiderekî Xezeyê li ser rewşa dawî got:

“Şeva borî me nikarî razên. Em li nav dibistanekê bûn û piştre ji ber ku hat mûşekbarankirin me ew bicih hişt, dibe ku 500 mûşek hatibin avêtin.

Hişyarî hatin belavkirin. Xelkê navçeya xwe vala kir, niha bûye navçeyeke serbazî. Em zêde tirsiyan, me got qey wê me bikujin, em îro ber bi başûr ve diçin.”

Derbiderê Xezeyê Nûh Hemûde jî anî ziman:

“Em ji hemû welatên Erebî û Biden û hemû serkirdeyên cîhanê dipirsin, hemû ev xelk wê biçe kû derê?

Xwarin nîne, av nîne. Em daxwazê ji Xaça Sor dikin, cihekî selamet ji me re dabîn bike, me mal û zarok ji dest dane.”

Heta niha 350 hezar kes li navçeyên şer asê mane

Li gorî Neteweyên Yekbûyî ji destpêka şerê Xezeyê ve, herî kêm milyonek û 500 hezar kes derbider bûne ku digihê ji sedî 70ê hejmara nişteciyên Xezeyê.

Heta niha jî 350 hezar kes li navçeyên şer asê mane, zêdetirî 700 hezarî ji wan li kampên demkî û dibistan û nexweşxaneyan dijîn.

Ji xeynî tirsa ji mirin û derbiderbûnê, dibe ku xelkê Xezeyê di siberojê de rûbirûyê nexweşiyên metirsîdar jî bibe.

Berdevkê Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Stephane Dujarric got:

“Tenê mînakekê didim we, li navendeke rahênanê ya Xan Yûnis ku 22 hezar derbider tê de hene û ji bo her 600 kesî tuwaletek heye.

Hevkarên me ragihandine ku rewş xirabtir dibe û ji xeynî vê jî qelebalixiyeke zêde heye, metirsiya belavbûna nexweşiyên din jî li nav xelkê heye.”

Li gorî berpirsên Xezeyê, ji ber êrişên 1ê mehê yên artêşa Îsraîlê yên li Xezeyê zêdetirî 6 hezar û 600 avahî wêran bûne.