Li bajarekî Îsraîlê 4 êrişên bi kêran: Birîndar hene!

Hewlêr (Rûdaw) - Li bajarê Hadîreyê yê Îsraîlê li 4 cihên cuda 6 kes bi kêran hatin birîndarkirin.

Ajansa Hawarçûnê ya Niştimanî ya Îsraîlê ragihand ku li bajarê Hadîreyê 6 kes rastî êrişên bi kêran hatine û 2 ji wan bi giranî birîndar bûne.

Ajansê diyar kir ku tîman hemû birîndar birine nexweşxaneyê.

Polîsê bajarê Hadîreyê jî da zanîn:

“Êriş li 4 cihên cuda hatin kirin û 6 kes birîndar bûn.”

Polîs ragihand ku êrişkar, şêniyê Îsraîlê ye, bi guleyan hatiye kuştin.

4ê Tebaxa 2024an jî li Tel Evîvê di êrişeke bi kêran de 2 kes hatin kuştin û 2 kes jî birîndar bûn.

Her wiha 1ê Çiriya Pêşînê 2 Filistîniyan li Îsraîlê di êrişeke çekdarî de 6 kes kuştibûn û 9 kes jî birîndar kiribûn.

Êrişa 1ê Çiriya Pêşînê çend xulekan berî ku Îran êrişa xwe ya mûşekî encam bide hat kirin.