Hemasê gef li Îsraîlê xwar: Em dê rehîneyan yek bi yek bikujin

Hewlêr (Rûdaw) – Berdevkê baskê çekdarî yê Hemasê Ebû Ubeyde got: “Ji bo her êrişekî ku li dijî xaniyekî pêk tê, dê rehîneyekî Îsraîlî were kuştin.”

Li gorî daxuyaniya Hemasê, Ebû Ubeyde diyar kir ku Îsraîl li dijî wargehên sivîlan êrişan pêk tîne.

Ebû Ubeyde got, “Îsraîl bêyî ku ferqê bixe di navbera jin, zarok, kal û pîran de xaniyan bombebaran dike. Îsraîl ji mirovatî û exlaqê fam nake. Em dê êdî bi zimanê ku ew fam dikin bersiva êrişan bidin.”

Ebû Ubeyde di daxuyaniyê de wiha axivî:

“Bêyî ku welatiyên me werin hişyarkirin, xaniyên wan tên bombebarankirin. Em dê êdî li hemberî her êrişekî ku li dijî sivîlan pêk tê rehîneyekî Îsraîlî înfaz bikin û em dê înfazên hatiye kirin bi dîmenan parve bikin.

Em radigihînin da ku bila hemû kes bizanin berpirsiyarê vê siyonîst bi xwe ye. Êdî biryar di destê wan de ye.”