Artêşa Îsraîlê: Erka me ew e piştrast bin ku Hemas êdî Xezeyê bi rê ve nebe

Hewlêr (Rûdaw) - Artêşa Îsraîlê ragihand ku nêzîkî 1000 çekdarên Hemasê beşdarî êrişa roja şemiyê bûne.

Berdevkê Hêzên Parastinê yên Îsraîlê Jonanas Conricks diyar kir ku endamên Hemasê mal bi mal û avahî bi avahî li Îsraîliyan geriyane.

Jonanas Conricks destnîşan kir ku nêzîkî 700 Îsraîlî di encama êrişên Hemasê canê xwe ji dest daye û zêdetirî 2 hezar û 100 kes jî birîndar bûne.

“Roja herî xirab a di dîroka Îsraîlê de”

Berdevkê Hêzên Parastinê yên Îsraîlê Jonanas Conricks diyar kir ku şemî “roja herî xirab a di dîroka Îsraîlê de” bû û wî êriş şibande yên 11ê Îlonê yên li New Yorkê.

Piştî êrişa Hemasê ya roja şemiyê Îsraîlê hejmareke zêde ya hêzên xwe bir ser sînorê nêzîkî Xezeyê.

Jonanas Conricks li ser şerê ku welatê wî li dijî Hemasê daye destpêkirin anî ziman:

“Me niha nêzîkî 100 hezar serbazên xwe yên yedeg birin başûrê Îsraîlê û li hêviya fermana Hikûmeta Îsraîlê ne.

Erka me ew e ku di dawiya vî şerî de Hemas ewqas lawaz bibe ku êdî nikaribe gefan li sivîlan bixwe.

Her wiha em dixwazin piştrast bin ku Hemas êdî karûbarên Xezeyê bi rêve nebe.”

Baskê leşkerî yê Hemasê, Tûgayên Qessamê roja Şemiyê danê sibehê ragihandibû ku wan bi navê “Tofana Eqsayê” êrişeke berfireh li dijî Îsraîlê daye destpêkirin.

Çekdarên Hemasê hezaran mûşek ji Xezeyê ber bi Îsraîlê ve avêtin, ketin wargehên li herêmê.

Artêşa Îsraîlê jî ragihand ku bi dehan balafirên şer êrişî Xezeyê kirine.

Li Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu jî diyar kiribû ku ew “di şer de ne”.